Bi roketan êrîşî baregeha leşkerên Tirkiyê kirin

04-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Mêhwera Rojhilatê Dîcle ya Hêzên Pêşmerge, Serbest Babîrî ji Rûdawê re ragihand, binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zîlkanê rastî êrîşeke bi roketan hatiye.

Fermandeyê Pêşmerge, Serbest Babîrî ji Rûdawê re got, li gor zanyariyên destpêkê bi 8 roketan êrîşî binkeya leşkerî ya Tirkiyê hatiye kirin.

Serbest Babîrî diyar kir, “roket ji corê Katyuşa bûne û li derdora binkeya leşkerî û xaleke pasevaniyê ya wê binkeyê ketine.”

Wî rayedarê Pêşmerge da xuyakirin, hêzên Tirkiyê yên li wê binkeya leşkerî bi çekên Duşka bersiva êrîşê dane.

Derbarê zirarên êrîşê de jî, Serbest Babîrî ragihand, ji ber ku roket li rexê navenda qezaya Başîkê û li nêzîk xaleke pasevaniyê ya hêzên Tirkiyê ketine, heta niha ew ti zanyariyan debrarê ziraran de nizanin.

Têkildarî êrîşa îro, Amir Lîwaya 7 a Hêza Pêşmerge, Emîd Feqê Dolemerî jî ji Rûdawê re diyar kir, “Tirkiyê bi 6 guleyên topê bersiva êrîşa îro ya li ser binkeya xwe ya leşkerî ya li Zîlkanê daye.”

Feqê Dolemerî ragihand, pênc Katyuşa li derdora binkeya leşkerî ya Tirkiyê ketine û got, “armanca êrîşê xaleke leşkerî ya Tirkiyê ya li Çiyayê Başîkê bûye û armanc binkeya leşkerî ya Zîlkanê nebûye.”

Derbarê zirarên êrîşê de jî Feqê Dolemerî da xuyakirin, ku êrîşa îşev bê zirar bûye.

Di nava 24 demjimêrên bihorî de ev cara duyem e ku bi roketan êrîşî binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zîlkanl tê kirin. Ji bo êrîşa yekem ku duh hat kirin, Heşda Şeibî berpirsyariya êrîşê li xwe girt.

Rêveberê nahyeya Zîlkanê, Mihemed Emîn Xerîb jî derbarê êrîşa îşev de ji Rûdawê re axivî û got, Katyuşayên di êrîşa îro de hatine bikaranîn, negihîştine sînorê nahyeya Zîlkanê û li nêzîk Başîkê ketine.

Ji destpêka îsal ve heta niha zêdetir ji 10 caran êrîşî binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zîlkanê hatiye kirin.

Binkeya leşkerî ya Tirkiyê ya li Zîlkanê di sala 2015an de hatiye avakirin û dikeve bintarê Çiyayê Meqlûb li Deşta Neynewayê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst