Parzûngehên mazot û benzînê li cadeyên Rojavayê Kurdistanê

05-12-2016
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa xirab a aborî û nebûna jêrxanan, mazot û benzîn li ser cadeyan tê çêkirin.
Li Rojavayê Kurdistanê ji ber rewşa xirab a aborî û nebûna jêrxanan, mazot û benzîn li ser cadeyan tê çêkirin.
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Petrol Mazot Benzîn Parzûngeh Rimêlan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel destpêkirina demsala zivistanî li Rojavayê Kurdistanê, hejmara parzûngehên  xwecehî li ser riyan gelekî zêde bûne. Ew parzûngeh petrola xam ji bîrên Rimêlanê dikirin û mazot û benzînê jê berhem tînin.

 

Xwediyê parzûngehên xwecehî petrola xam ji Rimêlan dikirin û mazot û Benzînê jê berhem tînin, lê belê ew mazot ji bo otomobîlan û herwiha tendirustiya mirovan xirab e.

 

Xwediyê parzûnehekê yê bi navê Adil Ebduselam derbarê rewşa berhemanîna mazotê li Rojavayê Kurdistanê de dibêje:

 

“Em mazotê bi destê xwe çê dikin, ji bo ku pê karûbarên xwe birêve bibin, ji xeynî wê tu îmkanên me tune ye, binêre dirêjahiya rê 20 kîlomtrin hemû xelk hewl didin mazota baş ji bo otombîl û amûran û malên xwe derxînin.”

 

Karkerê li parzûngehê Welîd El-Ilî behsa şêweyê karê xwe di parzûngehê de dike û radigihîne: “Petrola xam ji zeviyên Rimêlanê ji me re tê, em jî mazot ku ji bo otombîlan tê bikaranîn jê derdxin, lê otombîl bi zehmetî li ser vê mazotê kar dikin.”

 

Dr. Ednan Mihemed derbarê bandora xirab a mazota ku di parzûngehên destî de tê berhemanîn, dibêje:

 

“Derbarê bandora van parûzngehên xwecehî li ser karkeran de, dibe ku ji ber zexta zêde bermîl biteqe û bi temamî bişewtin an jî bimirin, bi rastî gelek nimûneyên weha li cem me hene, ku di encama vî karî de xelk dişewitin û bo demeke dirêj bandorê li ser wan dike, ji ber ku ew madeyên jehrî dikşînin hindurê xwe û dibe sedema çêbûna nexweşiya penceşêrê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst