Rêveberê Bajarokê Çemankê: PKKê êrîşî hêzên Pêşmerge kir

04-11-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hêzên Pêşmerge PKK Amêdî Çemankê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmarek gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), îro li sînorê qezaya Amêdiyê ya ser bi parêzgeha Duhokê, êrîşî hêzên Pêşmerge kirin û Rêveberê Bajarokê Çemankê jî dibêje, “hejmarek pêşmerge birîndar in.”

Rêveberê Bajarokê Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve, Elend Emîr ji Rûdawê re ragihand, “îro Çarşemê hejmarek gerîalyên PKKê li nahyeya Çemankê êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de 3 Pêşmerge birîndar in.”

Elend Emîr got, “heta niha rewş asayî nebûye û teqe berdewam e.”

Di destpêkê de hatibû gotin, ku di encama êrîşa PKKê de pêşmergeyek şehîd bûye, lê Rêveberê Bajarokê Çemankê diyar kir, ew yek li gor zanyariyên destpêkê hatibû ragihandin, lê li gor agahiyên niha 3 Pêşmerge birîndar bûne.

Ev êrîşa PKKê bo ser hêzên Pêşmerge di demekê de ye, ku Navenda Ragihandin û Çapemenî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) roja Çarşemiya bihorî 28ê Cotmehê di daxuyaniyekê de gotibû, boriyeke petrolaê li Bagok a Mêrdînê ji aliyê gerîlayên wan ve hatiye teqandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî paşê di daxuyaniyekê de dabû xuyakirin, ku boriya petrola Kurdistanê ji aliyê terorîstan ve hatiye teqandin.

Serok Barzanî jî roja Duşemê 2ê Cotmeha 2020an peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistanê kir û got, “Dîrok şahidiya ewê dide me û em şanaziyê dikin ku me şerê Kurd û Kurd heram kiriye ji ber ku gelê Kurdistanê û me hemû aliyek zerereke mezin ji şer û neyekbûn û netebayiyê dîtiye.”

Serok Mesûd Barzanî di wê peyama xwe de PKK bi berdeng girtibû û gotibû, “Piştî êrîşa dirindane ya terorîstên DAIŞê, Pêşmergeyên qehreman ên Kurdistanê rû li bereyên şerê dijî terorîstan kirin û gelek li navçeyên tixûbî vala kirin. Bi mixabiniyê ve ji wê demê ve li şûna wê yekê ku piştevaniya ezmûna Herêma Kurdistanê bikin, çekdarên PKK van navçeyên tixûbî û paşê hinek navçeyên din jî dagîr kirin û xwe wekî cîhgirê Hikûmetê sepandin û rêgirî li xelkê kirin mal û gûndên xwe avadan bikin û eger serdana navçayên xwe jî bikin bac û seraneyan ji wan werdigrin.”

Serok Barzanî amaje bi wê jî kiribû ku ew reftarên PKKê “ne cihê qebûlkirinê ye” û tekez kiribû, “Helwesta niştimanperwerane û welatparêzane bi kirdarî diyar dikevê neku bi axaftin û gotaran.”

Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî bi bîra serkirdayetiya PKKê dixe ku dema ew di destpêka destpêkirina çalakiyên xwe de bûn, “me hemû cûreyekê hevkariya wan kir. Ewan bi berevajiyê ve helwesteke necamêrane nîşan da û paşê li çendîn qonaxan da şer jî li ser me da sepandin û li encamê da em hemû aliyek zerermend bûn.”

Serok Barzanî destnîşan kiribû, ku di vê dema niha de her aliyek rêz li desthilata şerîî û yasayî ya Herêma Kurdistanê bigire û wan navçeyan vala bikin ku “bi rêya sepandina hêzên çekdarî hatine dagirkirin û ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê bûne cihê metirsiyê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst