Rêveberiya Rojava ji bo Talebanî 3 roj şîna giştî ragihand

04-10-2017
RÛDAW
Nîşan Celal Talebanî Wefat Şîna Giştî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ji bo wefata Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Îraqê Celal Telabanî 3 roj şîna giştî îlan kir.


Duh sêşema 3yê Cotmeha 2017an Sekreterê Giştî YNKê Celal Talebanî li nexweşxaneyekê li Almanyayê koça dawî kir.


Kordînsayona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi boneya wefata Mam Celal peyameke sersaxiyê belav kir û herwiha û ji bo wî 3 roj şîna giştî ragîhand.


Kordînsayona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di peyama xwe ya serxweşiya Mam Celal de dibêje: “Bi êş û xemgîniyek mezin me agahiya wefata Sekirtêrê YNK‘ê û Serokê berê yê Îraqê birêz Celal Telabanî bihîst. Mam Celal di temenê xwe yê 83 salî de çû ser dilovaniya xwe. Temenê Mam Celal bi têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û Îraqê bi giştî dagirtiye. Em wekî Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonên Rojavayê Kurdistanê ji hevjîna Telebanî Hîroxan, kurên wî, tevahî malbata Telabanî û dostên wî yên YNKê û tevahî gelê Kurdistan û Îraqê, her wiha ji xwe û gelên Rojava re sersaxiyê dixwazin.


Rêveberiya Rojavaê Kurdistanê amaje bi vê yekê dike Mam Celal rêveber bû, di kesayeta wî de hemû taybetmendiyên rêvebertiya partiyê û gel hebû û radigihîne:


“Di heman demên nakokiyên siyasî pêşketibûn, karîbû ji bo doza kurdî serkeftinên mezin bi dest bixe. Herêma Rojhilata Navîn bi giştî û Kurdistan bi taybetî di qonaxeke herî hesas û guhertinên radîkal û dîrokî re derbas dibe, Mam Celal di vê qonaxê de roleke çalak lîst. Gelên herêmê bi wefata kurê mezin yê Silêmanî re kesayeteke dîrokî, siyasî, doplomasî ku di rehma çiyayê wê yê bilind de çêbû û bi têkoşîna wî mezin bû.


Dîsa em ji malbata Mam Celal û tevahî gelê Kurdistanê re sebirê û sersaxiyê dixwazin. Em bi vê boneyê li Rojava 3 rojan şîn radighînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst