Felah Mistefa: Serdana Nêçîrvan Barzanî li ser daxwaza Erdogan e

04-09-2020
RÛDAW
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa
Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa ragihand, serdana Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê bûye û dibêje: “Wezîrê Derve yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Felah Mistefa dibêje, giring e ku peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê berdewam bin û tekez dike, “Tirkiye amade ye alîkariya kerta tendirustiya Herêma Kurdistanê bike.”

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê herwiha diayr kir, “di civîna li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê, behsa xurtkirina peywnediyên bazirganî hat kirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Enqere ya paytexta Tirkiyê ye û biryar e îro demjimêr 14:00 li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bicive.

Nêçîrvan Barzanî îro demjimêr 09:30  li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî civiya û hin mijarên peywendîdar ên navbera herdu aliyan gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst