Sefîn Dizeyî: Hikûmeta Kurdistanê dê li Tirkiyê nûnertiyê veke

04-09-2020
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Nîşan Sefîn Dizeyî Herêma Kurdistanê Tirkiye Hikûmeta Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê li Enqerê nûnertiya xwe veke.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî derbarê girîngiya civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji Rûdawê re ragihand, “Van civînan girîngiya xwe heye û Herêma Kurdistanê ji ber pêgeha xwe ya siyasî ya girîng dikare di hevkêşeyan de aktor be. Diyar e guhertin di navçeyê de çê dibin. Iraq jî di rewşeke ne aram re derbas dibe û qeyrana siyasî, aborî û emnî heye û ji ber hindê Amerîka, Hevpeymanan û Fransa hewl didin wê hevkêûeyê rabigirin û rola Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê wek berê girîngî pê tê dayîn.”

Sefîn Dizeyî amaje bi wê jî kir, “Di heyamên derbasbûyî de jî Herêma Kurdistanê roleke berçav di proseya aştî ya li Tirkiyê hebû. Tevî lixwegirtina zêdetir ji 2 milyon koçber û şerê giran ê li dijî DAIŞê ketibû ser stûyê Pêşmerge, wan hemû karîgeriya xwe hebû ku pêgeha Herêma Kurdistanê wek berê bihêz be û di warê aborî de jî cihek cihê girîngiya welatan e.”

Li gor gotina Sefîn Dizeyî peywendiyên dualî, nirxandina rewşê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, peywendiyên Enqere û Bexdayê, peywendiyên aborî, berfirehkirina qebareya aborî, ew mijar bûn ku Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê guftugo derbarê wê de kir.

Derbarê leşkerkêşiya Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê jî Sefîn Dizeyî got, “Em nîgeranin ji wan bûyeran û bi rêya Konsolê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê û li vê derê jî di kombûnan de me behs kir. Hebûna hêza PKKê li wê navçeyê bûye sedemeke sereke bow ê leşkerkêşiya ku bûye cihê malwêraniya xelkê sivîl ê Herêma Kurdistanê. Her tim me gotiye ku divê hebûna wan hêzan bi dawî bê, ew jî divê rêz li Herêma Kurdistanê û destkeftên wê bigirin.”

Herwiha Sefîn Dizeyî tekez jî kir ku vekirina Nûneriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Enqerê jî di hevdîtinan de hat rojevê û got, “Me berî niha ev mijar li gel Tirkiyê gotûbêj kiribû. Rêkeftinbek me li ser vê mijarê heye û di warê siyasî û dîplomatîk de astengek li pêş vekirina nûnertiyê nîne, tenê hinek mijarên teknîkî mane. Ez hêvîdar im wan jî em dê di demek nêz de çareser bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst