Penaberên Kurd ên li Stenbolê di rewşeke xirab de ne: 'Em 6 mehan li wir rezîl bûn'

04-08-2023
Rawîn Stêrk
Mîqdad û zarokên xwe
Mîqdad û zarokên xwe
Nîşan Penaberên Kurd Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Bi deh hezaran koçberên di bin parastina demkî de ku li Stenbolê dimînin di bin metirsiyeke mezin de ne. Mîqdadê ku ji Efrînê ye got, “Em 6 mehan li wir rezîl bûn.”

Wezareta Karên Navxwe û Parêzgeriya Stenbolê biryar daye ku divê koçberên ku navên wan li bajarên din tomarkirî ne û bixwe li Stenbolê dimînin vegerin wan bajaran. Divê ew kes heta 24 îlonê divê ji Stenbolê derkevin.

Bi deh hezaran kes û malbatên ku di bin şert û mercên gelekî xirab de hewl didin jiyana xwe bidomînin, niha neçar mane ku her tiştî li dû xwe bihêlin û terka Stenbolê bikin.

Koçber bang li cîhanê dikin daku çareyekê ji halê wan re bibînin.

Mîqdad beriya 15 salan neçarî koçê bû û tevî zarûzêçên xwe ji Efrînê derket û xwe gihand Stenbolê.

Demekê li vir ma lê ji bo ku karibe li Tirkiyeyê bimîne divabû navê xwe tomar bike.

Li Stenbolê tomar nedikirin û ew jî rabû çû Wanê. Li wir navên xwe û zarên xwe tomar kirin. 6 mehan jî li wir ma lê debar û jiyan zehmet bû.

Nîvê malbatê jî li Stenbolê bû û wî jî zarokên xwe rakirin û dîsa vegeriya Stenbolê.

“Em 6 mehan li wir rezîl bûn”

Mîqdad li ser rewşa xwe got, “Em 6 mehan li wir rezîl bûn, xwediyê malê em ji hewşê derdixistin, digot, 'Hûn nikarin kirê bidin, ji vir biçin.' Em vegeriyan Stenbolê û kelûpel jî xelkê ji me re anî.”

Mîqdad bi saya xelkê hêlînek ji zarokên xwe re çêkir û niha heta qirikê deyndar e. Dîsa jî hewl dide jiyana malbata xwe bidomîne lê niha dewlet ji wî re dibêje, 'Tu neçar î herî li Wanê bimînî.'

Heyata 8 salî ku îsal divê biçe pola duyan û Nêçîrvanê 7 salî yê ku divê ew jî dest bi dibistana seretayî bike, eger neçin û li Wanê bicih nebin êdî nikarin biçin dibistanê.

Mîqtad li ser rewşa xwe got, “Em ê niha çawa biçine wê derê? 60 hezar lîreyên Tirkî pêwîst in ku em li wê derê malekê ji xwe re çêbikin.”

Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê biryar da ku bi hezaran koçberên ku li Stenbolê dijîn lê îcazeyên wan ne li wî bajarî ne, heta 24ê îlonê terka Stenbolê bikin.

Parêzgeriya Stenbolê biryara wezaretê bi cih dike û niha polîs yek bi yek diçine wan malan û ji wan re dibêjin herin wan bajarên ku hûn lê qeydkirî ne, eger neçin dê biryar bi darê zorê were bicihkirin.

“Dibe ku ji bo kontrolkirin û ewlehiya civakê ew veguhestin pêwîst be”

Serokê Komeleya Mafên Penaberan a Navdewletî Parêzer Enes Kafadar li ser biryara wezaretê got:

“Dibe ku ji bo kontrolkirin û ewlehiya civakê ew veguhestin pêwîst be lê divê di vir de jî pirsgirêkên ku derdikevin bê bersiv nemînin.

Divê her tişt li gor qanûnan bi rê ve biçe. Divê daxwaz bi hesasiyet bêne nirxandin. Dibe ku her tişt ji dewletê neyê çaverêkirin. Divê piştgiriya civakî jî hinekî din bê geşkirin û ew kar bi vê hemahengiyê bi rê ve biçe.”

Biryar tenê ji bo xelkê Sûriyeyê ye

Biryara ku ketiye meriyetê niha careke din jiyana van kes û malbatan serûbin dike.

Ji ber qeyrana aborî çûyîna bajarekî din û dabînkirina jiyana li wan bajaran ji bo koçberan zehmet e.

Dewlet tenê destûra rê dide wan û ji bo veguhestina mal û dabînkirina xaniyekî li wan bajaran piştgiriyekê nade.

Li aliyê din, biryara Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê tenê ji bo xelkê Sûriyeyê ketiye meriyetê.

Koçberên ku ji herêma erdhêjê hatine dê karibin demeke din bimînin lê tiştê ku dewlet nîşanî yên din dide hêvî li ba wan nehiştiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst