Îlham Ehmed: Em li dijî navendparêziya li Sûriyê ne

04-07-2022
RÛDAW
Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûrya Demokratîk Îlham Ehmed
Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûrya Demokratîk Îlham Ehmed
Nîşan HSD MSD Îlham Ehmed Navenda Quds ya Lêkolînên Siyasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di workşopekê de ku Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûrya Demokratîk Îlham Ehmed tê de beşdar bû, behsa çend mijarên li ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin kirin. Îlham Ehmed di workşopê de got, “Em li dijî navendîparêziya li Sûriyê ne. Em bi diyaloga Sûrî re ne ku rasterast û bê navbeynkar, bi hev re rûnin.”

Workşopa ku Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûrya Demokratîk Îlham Ehmed jî beşdar bû bi navê Pirsa Kurd û Siberoja Sûriyê bû ku Navenda Quds ya Lêkolînên Siyasî rêkxistibû.

Îlham Ehmed li ser herêmên Rojavayên Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiye û grûpên ser bi wan ve hatine dagirkirin axivî û got, “Kiryarên Tirkiyê li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî tawanên şer û dijî mirovahiyê ne. Qirkirin û guhertina demografî û Tirkirina çanda Sûriyê ye.”

Hejmarek siyasetmedar û çalakvan beşdarî workşopa bi navê Pirsa Kurd û Siberoja Sûriyê bûn.

Îlham Ehmed li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman, “Gefên Tirkiyê cidî ne û em hewl didin bi rêya peywendiyên xwe bi Amerîka û Rûsya re, Tirkiyê neçar bikin pabendî rêkeftinên sala 2019ê bikin.”

Îlham Ehmed her wiha diyar kir ku divê Pirsa Kurd li Sûriyê di çarçoveya destûra bingehîn de bê çareserkirin.

Îlham Ehmed destnîşan kir ku peywendiyên bi Hikûmeta Sûriyê re hene û got, “Peywendî û danûstandin bi Rûsya û Sûriyê re hene ji bo hêzên wan li ser sînor belav bibin, em pêşwazî li her karekî dikin ku rê li ber Tirkiyê bigire.”

Seroka Desteya Cîbicîkar ya Encûmena Sûrya Demokratîk Îlham Ehmed her wiha bal kişand ser nexwestina wan a navendî ya Şamê û anî ziman, “Em li dijî navendîparêziya li Sûriyê ne. Em bi diyaloga Sûrî re ne ku rasterast û bê navbeynkar, bi hev re rûnin.”

"Dema ku em dibêjin Rêveberiya Xweser, mebesta me ne cudabûn e"

Îlham Ehmed her wiha got, “Çareserkirina Pirsa Kurd di çaçroveya destûrê de gelekî girîng e. Ez Sûrî me bi esil Kurd im, Ez Kurda Sûriyê me.

Dema em dibêjin Rêveberiya Xweser nayê wateya cudabûnê, referandûm yan jî projeyên weke Herêma Kurdistanê, Herêma Kurdistana Iraqê ezmûnek bû û çêbû, rewşa Iraqê pir cuda ye, parçebûna civakî heye.

Biryara Kurdên Sûriyê di destê wan de ye, PKK biryara Kurdên Sûriyê qorx nekiriye.

Em Sûrî ne. Eger em nikaribin bigihin rêkeftinekê, ji civaka Iraqê cudatir nabin. Em amade ne ku bi hemû aliyên Sûriyê re derbarê paşeroja welatê xwe de bicivin.

Pirsa Kurd jî pirsgirêka Sûriyê ye. Ez bi xwe Ez Kurda Sûriyê me.”

Îlham Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de got, “Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li vir bi gelek gelên Ereb û Suryanî re hevdîtin pêk anîbû û li Sûriyê çalak bû. Tevgera Kurd a li Sûriyê jî bandor jê wergirt. Li aliyê din gelek Kurdên Sûrî yên tevlî PKKê bûne hene. Têkiliyên me yên bi PKKê re tenê li ser bingeheke îdeolojî ye.

PKK li ser îradeya Kurdên Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nîne. Ev tawanbarkirina Tirkiyê ye ji bo ku raya giştî ava bike û planên xwe yên li herêmê bi cih bîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst