Li Qamişlo 4 kes bi tometa belavkirina madeyên hişbir hatin girtin

04-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 4 kes bi tometa belavkirina madeyên hişbir hatin girtin.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ragihand ku roja Şemiyê 29ê Nîsana 2023yan, Hêzên Berengarbûna Madeyên Hişbir, li bajarê Qamişlo, 2 kes girtin ku madeyên hişbir belav dikin û kar ligel du karmendên embarên derman dikin.

Li gorî zanyariyên Hêzên Ewlehiya Navxwe, piştî lêkolîn û lêpirsînê ji wan re hate tekezkirin ku 2 kes madeyên hişbir belav dikin û 2 kesên din jî, ji karmendên embarên derman kar bi wan re dikin, êdî wan her çar tometbar girtin û piştî lêpirsînê ew mikur hatin ku kar di belavkirina madeyên hişbir de dikin û herdu karmendên embaran jî alîkariya wan dikin.

Di operasyona Hêzên Ewlehiya Navxwe de, gelek made hatin girtin, ji wan: 149 hezar û 124 hebên hişbir. 14 hezar û 782 derzî. 7 gram hîroyîn  û çend madeyên din.

Hêzên Ewlehiya Navxwe ragihandiye ku wan ew tometbar radestî dadgehê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst