Yekîtiya Suryanî: Divê Komîteya Destûrî bê avakirin

04-05-2019
RÛDAW
Partiya Yekîtiya Suryan ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ew serpereştiya pêkanîna vê komîteyê bike
Partiya Yekîtiya Suryan ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ew serpereştiya pêkanîna vê komîteyê bike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Yekîtiya Suryan li Sûriyê daxwaz dike komîteya destûrî bi wekhevî di navbera Encûmena Sûriya Demokratîk, Itîlafa Opozisyonê, hikûmet û saziyên civaka sivîl de bê parvekirin.

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryan Senherîb Bersûm da xuyakirin ku dîtina çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re, nakeve xizmeta berjewendiyên Rûsya, Îran û Tirkiyê, ji ber vê yekê ew hersê welat naxwazin komîteya destûrî bê avakirin û her yek ji aliyê xwe ve siyaseteke defakto, li gor xwe birêve dibe.

 

Bersûm ji Neteweyên Yekbûyî dixwaze ew serpereştiya pêkanîna vê komîteyê bike, ew jî li gor çend bingeh û pîvanên nû.

 

Partiya Yekîtiya Suryan, cihê xwe di nav Rêveberiya Xweser de digire û baregeha wê ya sereke jî li bajarê Qamişlo ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst