Ava Çemê Zapê rabû û 4 mal di bin avê de man

04-05-2019
RÛDAW
Aliyên peywendîdar jî bang li welatiyan kirin ku haydar bin
Aliyên peywendîdar jî bang li welatiyan kirin ku haydar bin
Nîşan Colemêrg Baran Lehî Çemê Zap
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde ava Çemê Zapê rabû û 4 mal di bin avê de man.

 

Li Colemêrgê ku doh derdora nîvro baranê destpê kir û bi dirêjahiya şevê jî berdewam bû, bandoreke xirab li jiyana rojane ya welatiyan kir.

 

Ji ber barana zêde ava Çemê Zapê rabû û li gundê Kirikdag ê ser rêya Colemêrg-Wanê 4 malên qiraxa çem di bin avê de man.

 

Aliyên peywendîdar jî bang li welatiyan kirin ku haydar bin û tedbîrên xwe werbigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst