LÊKOLÎN - Kurdên Bakurê Kurdistanê daxwaza perwerdeya bi Kurdî dikin

04-04-2022
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Navende Xebatên Kurdî bi piştigirya navenda Lêkolînan Rawestê û Saziya Almanî Ferederîc Ebert lêkolînek kirin
Navende Xebatên Kurdî bi piştigirya navenda Lêkolînan Rawestê û Saziya Almanî Ferederîc Ebert lêkolînek kirin
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Navenda Xebatên Kurdî di derbarê Kurdî de li Bakurê Kurdistanê lêkolînek encam da. Yek ji xala herî balkêş a xebatê ew e ku piraniya Kurdan çi Kurmancî çi Zazakî be, daxwaza perwerdeya Kurdî dikin, lê li beramber de jî rêjeyeke kêm a Kurdan bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin.

Li gorî rapora Navende Xebatên Kurdî ku bi piştigirya navenda Lêkolînan Rawestê û Saziya Almanî Ferederîc Ebert ve hatiye amadekirin, li Bakurê Kurdistanê ji sedî 83.4 ya kurmancîaxiv û ji sedî 76,2 ya Zazakîaxiv perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin, lê ew jî di demekê de ye ku tenê ji sedî 35 ya Kurmancan û ji sedî 14.5 ya Zazayan bi zarokên xwe bi Kurdî xeber didin.

Hemwelatî Azad Şahîn dibêje: “Di nava malê de nebe li derve Kurdî ji bo me lazim nake. Jixwe di nava saziyên dewletê de êdî me jî  di nava civakê de Kurdî ji bîr kiriye. Kurdî bi me dane jibîrkirin.”

Hemwelatî Sadredîn Yilmaz jî got: “Ferqên devokan hene ew jî dibê sedem bo nimûne ez Kurmanciya Batmanî û Şirnexiya fêm nakim wê demê jî em gellek caran ji bo ku ji hev fêm bikin em bi Tirkî diaxivin.”

Navenda Lêkolînin Kurdî li 4 bajarên Bakurê Kurdistanê Amed, Mêrdîn, Wan û Rihayê di encama hevditînên bi 5096 kesan re de raporek amade kir. Li gorî raporê Ji sedî 68 ya Kurmancîaxiv û ji sedî 53.3 ya Zazakîaxivan dikarin bi Kurdî biaxivin, ji sedî 69.1 ya Kurmancîaxivan û ji sedî 58.6 ya zazayan zimanê fêm dikin. Ji sedî 30.3 ya Kurmancîaxivan ji sedî 26.4  ya Zazakîaxivan dikarin bi zimanê xwe bixwînin û ji sedî 25.2 ya Kurmancîaxivan û ji sedî 21.6 ya Zazakîaxivan dikarin bi zimanê xwe binvîsin.

Koordînatorê Navenda Lêkolînên Kurdî Reha Ruhavîoglu jî got: “Dema ku xebatên wisa yên teknîkî û zanistî tên kirin di nav civaka kurdan û ya Tirkan de wêneyekê derdixe holê û xuya dibe ka daxwaz daxwazeke ciwaq mezin e û gelê Tirkiyê çawa pêşwaziya vê daxwazê dike

Weşanger Abdullah Keskîn jî got: “Mijara ziman yek ji mijara herî giring e di mijara Kurdan de. Ji bo hemû Kurdan ziman girîng e. Me pêdîvî bi lêkolînên serzemînî hene. Lêkolînên bi vî rengî pêdiviyan derdixe holê.”

Akademisyen Vahap Çoşkun jî got: “Lêkolînên wisa gellek muhîm in. Bi saya lêkolînan tê zanîn, ka xelk çawa li meselê dinêre, li aliyê din mijar bala siyasetmedaran jî dikşîne, lê ji bo ku di aliyê siyasî de encam bê standin pêwîste di nava gel de daxwazek hebe.”

Rapora Navenda Xebatên Kurdî li Enqerê ji raya giştî re hate eşkerekirin û biryara ku rojên pêşiya me bo çend navendên lêkolînan û partî û aliyên siyasî jî bête şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst