HEZEX – Zarokê 14 salî xwe kuşt

04-04-2017
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Hezex Zarok Xwekuştin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Bakurê Kurdistanê navçeya Hezex a ser bi bajarê Şirnexê zarokê 14 salî, xwe kuşt.

 

Li Hezex a ser bi bajarê Şirnexê, xwendekarê pola 8an Hakim Ozkan, li axura di bin mala wan de, werîsekî bi cihekî rêdayê û bi wê werîsê xwe kuştiye.

 

Malbata wî gava termê wî yê bê giyan, bi darvekirî dîtine, yekser gazî cendirmeyan kirine.

 

Piştî ku cendirme lêkolînên xwe kirin, termê Hakim Ozkan ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

 

Piştî otopsiyê cenazeya Hakim Ozkan li gundê wî hate binaxkirin.

 

Li ser mirina xwendekarê pola 8an Hakim Ozkan, lêpirsîn hate destpêkirin.


Hakim Ozkan

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst