Herêma Kurdistanê bi fermî di rêxistina ISOyê de hat naskirin

04-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Standartên Navdewletî (ISO) bi fermî Herêma Kurdistanê wek herêmeke li Iraqê nas kir û kodeke taybet bo danî. Emojiya Ala Kurdistanê bi fermî tê çêkirin û li qada dîjîtal cihê xwe di nav alên welatan de digire.

Daxwaz ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ve hatibû pêşkêşkirin û îro jî rêxistina ISO li ser wê daxwazê koda taybet bo Herêma Kurdistanê danî.

Koda Herêma Kurdistanê: IQ-KR

Berdevkê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî ji Rûdawê re ragihand, “li ser daxwaza Qubad Talebanî Herêma Kurdistanê bi fermî ji aliyê rêxistina ISO ve hat naskirin.”

Semîr Hewramî got, ji îro pê ve “Herêma Kurdistanê dê kodeke taybet hebe ji bo miamela li gel cîhanê. Rêxistina ISO li gel dayîna koda IQ-KR bo Herêma Kurdistanê rizamendî nîşan da.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî li ser vê mijarê li hejmara xwe ya Twitterê kêfxweşiya xwe derbirî û li ser girîngiya vê biryarê got, “Ev pêngav ber bi hikûmeta elektironî ve ji me re alîkar dibe.”

Qubad Talebanî got, “Çend sal berî niha min soza wê dabû ku dê emojiya Ala Kurdistanê bê çêkirin. Îro me pêngaveke girîng ber bi wê armancê ve avêt. ISO bi fermî Herêma Kurdistanê nas kir. Ev pêngav di danûstandinên elektronî yên navdewletî û pêngavên zêdetir ên ber bi hikûmeta elektronî ve ji  me re dibe alîkar.”

Emojiya Ala Kurdistanê

Li gor daxuyaniya ofîsa Qubad Talebanî, “Piştî rizamendiya rêxistina ISO û dabînkirina koda taybet, Herêma Kurdistanê li gor rênimayên rêxistina Unicode, dikare bibe xwedî emojiya Ala Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê jî hatiye kirin, ev naskirina Herêma Kurdistanê, jibilî ku Ala Kurdistanê nas dike wek herêmek li Unicode, karhêsaniyê dike bo girêdana sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê bi sazî û dezgehên navdewletî ve.

Li gor daxuyaniyê, Qubat Talebanî ragihand, “Ev naskirin di miameleya elektronîk a navdewletî, pêngavên zêdetir ber bi hikûmeteke elektronîk, proseya bazirganiya elektronîk, posta navdewletî û pêşxistina sektora bankî li Herêma Kurdistanê alîkar dibe. Ez kêfxweş im ku ev naskirin, rêxweşker dibe bo pêkanîna emojiya Ala Kurdistanê bi fermî.”

Kîjan parêzgehan li xwe digire?

Herwiha Qubad Talebanî pesnê rola wezaretên plandanînê yên hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê da ku di vê proseyê de alîkarî dan.

Koda taybet a Herêma Kurditanê niha parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê li xwe digire. Li gor daxuyaniyê, Helebçe jî demeke nêzîk lê tê zêdekirin.

Rêxistina Standartên Navdewletî (International Organization for Standardization-ISO), rêxistineke taybet e bi danîna pîvanên moletên bazirganî, pîşesazî û karên girêdayî teknolojiyê û heta niha zêdetirî 160  welat ji aliyê vê rêxistinê ve hatine naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst