Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl rêkeftina PDK û YNKê îmze kirin

04-03-2019
RÛDAW
PDK û YNKê îro bi merasimekê rêkevtina navbera xwe îmze kirin.
PDK û YNKê îro bi merasimekê rêkevtina navbera xwe îmze kirin.
Nîşan PDK YNK Hewlêr Rêkeftin Kurdistan
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îro li Hewlêrê, Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî, rêkevtina navbera herdu partiyan bo qonaxa pêşerojê îmze kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê, Senger Ebdulrehman li cihê îmzekirina rêkevtinê ragihand, rêkevtina PDK û YNKê derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çend mijarên din de ye.



Piştî îmzekirina rêkevtinê, Sekreterê Polîtboruya PDKê, Fazil Mîranî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Piştî rêkevtina PDK û YNKê divê parlamento dest bi karê xwe bike û yasaya seroaktiya herêmê sererast bike. Herî destpêkê divê em Serokê Herêma Kurdistanê hilbijêrin.”


Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Kosret Resûl Elî jî piştî îmzakirina rêkevtinê ragihand: “Rêkevtina navbera PDKê û YNKê giring e û li gel PDKê em dê destkevtan biparêzin.”

 

 

Herwiha berdevkên PDK û YNKê, Mehmûd Mihemed û Letîf Şêx Omer jî piştî merasima îmzekirina rêkevtinê, konferanseke rojnamevanî ya hevbeş dan.


Berdevkê PDKê derbarê wê rêkeftinê de ragihand ku ev rêkeftin di ast û daxwaza xelkê Kurdistanê de dibe.


Berdevkê PDKê, Mehmûd Mihemed di vê konferansa rojnamevanî de ragihand: “Rêkevtina îro ya PDK û YNKê bo tifaq û yekrêziya gelê Kurdistanê ye û em hêvî dikin ev rêkevtin bibe sedema aramiyê li Kurdistanê.”


 

Mehmûd Mihemed wiha got: “Îro rojeke dîrokî ye, ku PDK û YNK rêkeftinekê îmze dikin û dê bandora baş a vê rêkeftinê li ser hemû waran hebe û dê di ast û daxwaza xelkê Kurdistanê de be. Ev rêkeftin ji bo tebayî û yekrêzî û parastina axa niştiman e. Em dê herdû alî hewl bidin ku jiyana xelkê Kurdistanê baş û baştir bikin. Dê xizmeta warê abûrî bike. Di rêkeftinê de amaje bi çareserkirina pirsa Kerkûkê û danîna wezîrê dad ê Iraqê jî hatiye kirin.”


Di berdewamiya axaftina xwe Mihemed got: “Garentiya her rêkeftinekê bawerî ye, ew baweriya ku di navbera me de heye. Dema ew rêkeftin hat cîbicîkirin, emê ji xelkê xwe re xal bi xal eşkere bikin.”


Berdevkê YNKê, Letîf Şêx Omer jî da xuyakirin ku PDK û YNKê bi bawerî ve rêkevtin îmze kirin û tekez kir: “Pirsa Kerkûkê bi xwesteka herdu aliyan hatiye çareserkirin.”


Ev lihevkirina PDK û YNKê piştî wê yekê tê ku duhî şandeke YNKê bi serokatiya Kosret Resûl ligel Serok Masûd Barzanî civiya bû û di wê hevdîtinê de herdû aliyan lihev kirin ku arîşe û pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst