Li Erzerom û Erzînganê rêya 92 gundan hat girtin

04-02-2022
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Erzerom Erzîngan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Erzerom û Erzînganê ji ber berf û pûkê rêya 92 gund û navçeyan hat girtin

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan dike.

Bi berdewambûna barîna berfê, li parêzgehên Erzerom û Erzînganê ji ber berf û pûkê rêya 92 gund û navçeyan hat girtin. Li herêmê ev demeke berf dibare û ji ber mij, keş û hewaya xirab û barîna zêde ya berfê çûn û hatin zehmet bûye.

Îdareya Taybet a Bajarê Erzeromê ragihand ku ji ber berfa zêde rêya 68 gund û gundikan hatiye girtin û tîmên şaredariyê bi makîneyên kar û karmendan bi armanca vekirina rêyan li ser kar û xebatên xwe berdewam in.

Herwiha bi heman sedemê li Erzînganê rêya 24 gund û gundikan hatiye girtin.

Aliyên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metirsiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji xeynî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst