Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê 113 benzînxane hatine girtin, ku xwediyê piraniya wan benzînxaneyan Kurd in û beşek ji wan bi hinceta ku neyasayî ne û mohleta wan a fermî nîne, hatin rûxandin.
Bi fermana hikûmeta Iraqê hêzeke hevbeş a Dijeterora Iraqê û polîsê jêbirina zêdegaviya û nûnerên rêveberiya elektrîkê û polîsê neftê yê Kerkûkê bi ser çend benzînxaneyên wî bajarî de girtin û çend benzînxane rûxandin û karmendên wan jî girtin.
Xwediyên piraniya benzxînxaneyên ku hatine rûxandin û yên ku hatine daxistin jî kurd in, û ew benzînxane li ser erdên xwe ava kirine.
Xwediyê Benzînxaneyana Cewhere ku li ser rêya Kerkûk-Hewlêrê ye, Kurd e û dibêje: 8 sal in ku min li ser milkê xwe benzînxaneya xwe heye, êdî di nîv demjimêrê de benzînxaneya min nema û hat rûxandin.
Xwediyê yek ji wan bezînxaneyan ê bi navê Hewêz Dilşad, ji Rûdawê re axivî û got: “Karkerê bi xwe biirn û bo dema du sê rojan li cem xwe zîndanî kiirn. Ji wan re gotibûn careke din neçin ser wan benzînxaneyan, lê belê em nehatin agahdarkirin û roja paştir şofel anîn û benzînxane rûxzandin.”
Biryara rêveberiya Kerkûkê ku ser bi hikûmeta navendî ya Iraqê ve ye, 113 benzîxaneyan li xwe digire û ewên ku nehatine rûxandin, pêwîst e yekser û bi temamî bigire.
Hesen Taî yek ji karkerên benzîxaneyeke sektora taybet li Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand: “Hemû girtin, bi hincea nebûna mohletê, êdî nizanin ku sedemeke din jî e hebe, lê belê em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin, ku wan benzînxaneyanveke, ji ber ku nanê xelkê li ser e.”
Girtina wan benzînxaneyan bû sedem ku linjeya neft û enerjiyê di Encûmena Parêgeha Kerkpkê de helwest nîşan bide, lê belê ji ber ku biryar ji Bexdayê ve hatiye, ew jî destên wan girtî ye û nikarin tiştekî bikin.
Endamê Komîteya Neft û Enerjiyê di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, Necat Hisên ji Rûdawê re ragihand: “Biryar ji aliyê Civata Wezîran ve derketiye, ne li Kerkûkê. Divê 113 benzînxaneyên bazirganî yên bê mohlet bêne girtin, ji bilî 6 benzînxaneyan ku rizamendiya weberhênanê hene û parêzgar jî nivîs şandiye ji wan benzînxaneyan û Bexdayê re, ku dosyeyên xwe bibin û îsbat bikin ku wan ti kêşe nînin û wan rizamendî wergirtiye, eger na ewên din divê bêne girtin.”
Li Kerkûkê 67 benzînxane mohleta fermî wergirtine û kar dikin.
Herwiha di 22 benzînxaneyên hikûmî de jî rojane benzîn bi nirxê 450 dînar û bi pisûleyê tê dabeşkirin, lê belê ji ber ku rojane milyonek û du sed hezar lître benzîn digihe Kerkûkê, ku rêjeyeke kêm e, gelek qerebalixî li pêşberî benzînxaneyên hikûmetê çê dibin û wê demê xelkê pêwîstî bi benzînxaneyên bazirganî dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse