MÊRDÎN - Hevjîna xwe ya dêya 4 zarokan kuşt, hewl da xwe jî bikuje

03-10-2023
Nîşan Mêrdîn Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê hevjîna xwe kuşt, piştre hewl da xwe jî bikuje.

Bûyerê şevê din li taxa Koçhîsarê ya navçeya Qoserê rû da.

Li gorî agahiyan, di navbera hevjînên bi navên O.D. (42) û S.D. (36) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê jî O.D. û S.D. pev çûn.

O.D. gule li hevjîna xwe barandin û ew bi giranî birîndar.

Piştre jî hewl da bi heman çekê dawiyê li jiyana xwe bîne û bixwe jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du hevjîn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Jina 36 salî ku dayika 4 zarokan bû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustiyê ya hevjînê wê jî ne baş e û li beşa nexweşiyên giran tê dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst