Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pulumura Dêrsima Bakurê Kurdistanê hirçên boz ketin govê û 70 mih mirar kirin.
Bi şev hirçên boz ketin gova Ozkan Ozdemir ê li gundê Goneliyê pez xwedî dike.
Di govê de kêmzêde 150 mih hebûn û hirçan 70 mih mirar kirin û hinekên wan jî birîndar kirin, piştî ku kûçik ewtiyan jî ji herêmê dûr ketin.
Ozkan Ozdemir ê şeveqê zû çû gova xwe dît ku hirç ketiye nav pezê wî û rayedar ji bûyerê agahdar kir.
Ekîbên Rêveberiya Xurek Çandinî û Ajeldariyê çûm cihê bûyerê û derbarê pezê mirarbûyî û birîndar de rapor nivîsîn.
Hat zanîn ku dê pezê mirarbûyî çal bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse