Cewad Zerîf: Amerîka nikare rêkeftineke ji vê baştir bidest bixe

03-10-2018
RÛDAW
Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, ku Amerîka û Îran tu carî rêkeftineke ji ya niha baştir li ser pirsên etomî bidest naxin
Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, ku Amerîka û Îran tu carî rêkeftineke ji ya niha baştir li ser pirsên etomî bidest naxin
Nîşan Amerîka Îran Rêkeftin Etomî
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, ku Amerîka û Îran tu carî rêkeftineke ji ya niha baştir li ser pirsên etomî bidest naxin û Amerîka jî hişyar kir.

 

Wezîrê Derve yê Îranê ragihand Mihemed Cewad Zerîf di forûma navdewletî ya jinan de li baregeha Netewên Yekbûyî ragihand ku şermezarkirina aliyekî ji bo hinek tiştan weha dike ku her tişt ji dest biçin.


Mihemed Zerîf dibêje ku pêdagiriya Ewropayê li ser rêkeftinameya etomî, ne ji ber hezkirina wan bo Iranê ye, belku ew naxwazin dîplomasiya navdewletî were jinavbirin.


Zerîf anî ziman ku wan tevahiyê xalên rêkeftina etomî pêk anîne û Amerîka dê ticarî di rêkeftina etomî de ji vê baştir bidest nexe.


Zerîf wiha axifî: “Amerîka nikare rêkeftineke ji vê baştir bidest bixe. Herwiha dibe ku Îran jî nekare ji baştir bidest bixe.”


Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got sebra wan heye lê sînoreke sebrê jî heye û heta demeke din jî rawestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst