Li Pîranşar ji ber teqeya hêzên Îranê kolberekî jiyana xwe ji dest da

03-08-2017
RÛDAW
Nîşan Pîranşar Rojhilatê Kurdistanê teqekirin kolber hêzên ewlehiyê kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Pîranşarê hêzên ewlehiyê yên Îranê gule bera kolberekî dabûn û ew birîndar kiribûn. Wî kolberî li nexweşxaneyeke bajarê Mihabadê jiyana xwe ji dest da. Herwiha kolberekî din jî, ji ber teqîna mayînekê, nigekî xwe winda kir.

 

Navê kolberê ku hêzên ewlehiyê yên Îranê gule reşandibûn "Celal Balan" bû û piştî birîndarbûnê, 6 roj li nexweşxaneyê hate dermankirin, lê nekarî li ber xwe bide û jiyana xwe ji dest da.

 

Celal Balan Mihemed xelkê gundê Hucran bû û roja îna derbasbûyî, hêzên ewlehiyê yên Îranê li Pîranşarê teqe lê kiribûn.

 

Weke din kolberekî din ê bi navê Mensûr Resûlî Azer jî pê li mayînê kiriye û nigê xwe yê rastê winda kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst