Babe Şêx derbarê şerê li Şingalê de daxuyanî da

03-05-2022
RÛDAW
Nîşan Şingal YBŞ Artêşa Iraqê Babe Şêx Kurdên Êzdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêberê Ruhanî yê Êzdiyan Babe Şêx (Şêx Elî Îlyas) bal kişand ser pêwîstiya parastina sivîlan di şer û pevçûnên li Şengalê de û ji herdu hikûmetên Hewlêr û Bexdayê xwest ku çareseriyeke radîkal ji pirsgirêka Şingalê re bibînin.

Ji pêr 1ê Gulanê ve bo dema du rojan li sînorê qezaya Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞ û artêşa Iraqê de şer derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê hate kuştin ku li gor medyaya fermî ya Iraqê bavê 16 zarokan bûye. Herwiha şervanekî YBŞê jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.

Babe Şêx bang li aliyan kir ku pevçûnan rawesînin, diyalogê bikin û şerê çekdarî ji cihên niştecihbûnê dûr bixin, û tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan kir.

Rêberê Ruhanî yê Êzdiyan ji hikûmetên Hewlêr û Bexdayê xwest ku çareseriyeke bingehîn ji bo pirsgirêka Şingalê bibînin û got, “Ez ji aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê dixwazim ku cihekî aram ji malbatan re peyda bikin.”

Di 2 rojên derbasbûyî de, di navbera Artêşa Iraqê û hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞê de şer û pevçûn derketin û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî Artêşa Iraqê hate kuştin ku li gor medyaya fermî ya Iraqê bavê 16 zarokan bûye. Herwiha şervanekî YBŞê jî di şer de jiyana xwe ji dest daye.

Piştî şer û pevçûnan, artêşa Iraqê hêzên xwe li herêmê zêde kir û rê li çûn û hatinê girt.

Gelek kesên ku ji ber şer û pevçûnan malên xwe terikandin koçî Duhokê kirinr.

Rêveberiya Bexdayê heta roja Înê 29ê Nîsanê dem dabû YBŞê ku hemû nuqteyên xwe yên kontrolê radestî wan bike û çekdarên biyanî ji Şengalê derkevin.

Lê YBŞ ew şert qebûl nekir û di navbera wan de alozî û şer derket.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst