Mele Elî Kelek hate binçavkirin

03-05-2017
Nîşan Mele Elî Kelek Pizîşk Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî polîsan Mele Elî Kelekê ku xwe weke pizîşkê xwezayî dide naskirin, hilda bin çavan.

 

Rûdawê pêwendî bi jimareya telefona Mele Elî Kelek kir, kesekî bi navê Ebas Sadiq, ku xwe weke şagirtê Mele Elî da naskirin, bersiv da telefonê û got; “Demjimêr 11ê şeva derbasbûyî, 02-05-2017, hêzekî polîsan Mele Elî Kelek desteser kirin û niha li Duhokê ye.”

 

Mele Elî Kelek li Başûrê Kurdistanê xwe weke pizîşkê nebatî û xwezayî dide naskirin.

 

Mele Elî îdîa dike, ku rê û rêbazên wî dibin sedema çareseriya gelek nexweşiyan.

 

Beriya demekê Mele Elî Kelek îdîa dikir, ku xwarina destmalên kaxezî mirovasn ji qelewiyê rizgar dike. Jiber vê propagandayê jinekê li Hewlêrê hezar perçe destmal xwaribû û ew rakiribûne nexweşxaneyê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst