YNK û PDK li ser kursiyên kotayan li hev nakin

03-03-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan PDK YNK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her çiqas heta niha PDK û YNK ji bo çareserkirina pirsgirêkan di asta bilind de kom nebûne, lê her duyan bo gotûbêjan amadehiya xwe nîşan dane. Kursiyên kotayan yek ji xalên nakok ên her du aliyan e.

Endamê Rêveberiya YNKê Sadî Ehmed Pîre anî ziman "Bi me xweş e ku Tirkmen, Mesîhî bi awayekî serbixwe dengên xwe bidin û bi gotina hîç partiyekî nekin, di pirsgirêkên ku dikeve navbeyna PDK û YNK ku li ser meseleya desthilatê."

Tevî ku civîn nayên kirin, PDK û YNKê li ser çend xalan hevnêrîn in, ji wan jî diyarkirina roja hilbijartinê di sala 2023ê de, sîstema fire bazneyî, nûjenkirina yasaya hilbijartinê û çalakkirina komîsyona bilind a hilbijartinê.

Lê heta niha çend xalên nakok di navbera PDK û YNKê de hene, ku bo wan gotûbêj bêne kirin. Ji wan jî mijara dahat û xerciyan, yekhelwestiya li beramber Bexdad û derve, mijara hikûmetê û vegera tîma YNKê bo civînên encumena wezîran.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got “Ti tiştek tine em li serê li hev nekin lê divê em pirsgirêk bê çareserkirin. Baş e me nîgeraniyên tîma YNKê fem dikin, lê çareser ne ew e ku braderên YNKê biryar bidin neyên civînên encûmena wezîran. Bila bên qiseyên xwe bikin li encûmena wezîran. Bila bên bi serokwezîr, bi her kesên ku pirsgirêkên wan pê re hene dikarin çareser bikin. Me nîgeraniyên wan jî bi çidî wergirt, êdî temam bes e bila bên dawî li vê rewşê bînin.”

Li gor Serokê Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê, hilbijartin pirsgirêkan çareser nake û bo îsal nekirina hilbijartinê hişyariyê dide.

Serokê YNKê Bafil Talabanî dibêje “Bi ya min hilbijartin pirsgirêkên me çareser bike.

Roja Şemiyê komîsyonên hilbijartinê yên PDK û YNKê careke din derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de kom dibin û mijarên kotaya pêkhateyan û komîsyona hilbijartinê du mijarên serekî yên civînê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst