Tirkiyê bi dron êrişî Dirbêsiyê kir: 4 kes birîndar bûn

03-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê îro bi dronan êrişî bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kir. Di êrişê de wesayitek hat armanckirin û 4 kes birîndar bûne.

Îro danê sibê droneke Tirkiyê li ser rêya Amûdê-Dirbêsiyê wesayitek kire armanc.

Li gor agahiyên li nêzîk gundê Xerza yê li rojhilatê bajarê Dirbêsiyê otomobîlek kir armanc.

Di encama bombebaranê de 4 kes (sê jin û ajokarek) birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Gel a Amûdê hatine veguhestin.

Dr. Zeyn El-Abidîn Mistefa pizîşkê li Nexweşxaneya Gel a Amûdê ji Rûdawê re ragihand, piştî dermankirina destpêkê li nexweşxaneya wan, birîndar bo Nexweşxaneya Şehîd Xebat a bajarê Qamişlo hatin veguhestin.

 Dr. Zeyn El-Abidîn Mistefa herwiha diyar kir, rewşa 3 ji birîndaran baş e, lê ya birîndareke jin giran e.

Artêşa Tirkiyê herwiha îro gundê Citlê yê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê jî bi çekên giran topbaran kir.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst