Daxistina Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr bandor li karê rêxistinên navdewletî dike

03-01-2022
Hisên Omer
Giritna deriyên Sêmalka bandoreke nerênî li ser rêkxistinên sivîl kiriye
Giritna deriyên Sêmalka bandoreke nerênî li ser rêkxistinên sivîl kiriye
Nîşan Sêmalka Rojavayê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistinên navdewletî û xwecihî yên mirovî ku li Rojavayê Kurdistanê kar dikin, bang li herdu aliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin ku Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr bê vekirin. Li gor rêveber û berpirsên rêxistin û saziyên mirovî, daxistina Deriyê Sêmalka dê bandorê li karê 50 rêxistinên navdewletî û 250 rêxistinên xwecihî yên mirovî li Rojavayê Kurdistanê bike.

Daxistina Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bandor li karê rêxistinên navdewletî û xwecihî yên mirovî li Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê, zêdeyî 50 rêxistinên navdewletî û 250 rêxistinên xwecihî di warê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û cîbicîkirina projeyên aborî û birêvebirina kampan de kar dikin.

Macid Dawê, Rêveberê Navenda Aso bo rawêj û lêkolînên stratejîk, ji bernameya Çavê Sêyem a Radioya Rûdawê re hinek data derbarê rêxistinan de aşkere kirin û da zanîn ku berdewamiya daxistina deriyê Sêmalka dê zerereke mezin bigihîne xelkên ku ji van alîkarî û projeyan sûdmend in.

Rêveberê Navenda Aso Macid Dawê got: “Salane nêzîkî nîv milyar dolar alîkarî  bi rêya Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Ew alîkarî di warên tendirustî, çandinî de. Ev rewşa bandorê li wê yekê dike.”

Şiyar Yûsif, Rêveberê bernameyan di Rêxistina Dimos de ku li Rojavayê Kurdistanê kar dike, ji heman bernameya Radioya Rûdawê re got, rêxistin û sazî bang li herdu aliyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin ku derî careke din bê vekirin.

Rêxistina Dimos Şiyar Yûsif jî got: “Nêzîkî 250 rêxistinan ji bo vekirina derî nameyek vekirî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re şandin. Rêxistinên civaka sivîl di wê baweriyê de ne ku eger daxistina derî dirêj bike dibe ku tiştên xirab rû bidin.”

Rêveber û berpirsên rêxistinên navdewletî tekez dikin ku berdewamiya daxistina deriyê sînorî dê bibe sedema barkirina gelek rêxistinan ji Rojavayê Kurdistanê.

Di destpêşxeriya 5 partiyên Rojavayê Kurdistanê de, hinek partiyan daxwaz ji PYD û HSDê kiribûn ku wekî nîşandana nêtpakiyê ew konên li deriyê Sêmalka hatibûn vedan bên rakirin, lê heta niha ew pêngav nehatiye avêtin û ew kon her li ser deriyê sînorî ne.

Deriyê Sêmalka-Pêşabûrê ji sala 2013an ve rêyeke sereke û girîng e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de, lê ji 15ê Çileya 2021an ve, ew derî hatiye girtin. Sedema girtina derî jî, êrîşa grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger û hejmareke kesên din li aliyê Rojavayê Kurdistanê bo ser wî derî bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst