Deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl vedibe

03-01-2016
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Xelîl Bulent Tufenkcî Vekirina Derî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê Bulent Tufenkcî ragihand, sibê yan di çend rojên bên de derîyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl dê ji bo çûnûhatine bê vekirin.

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê Bulent Tufenkcî serdana deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl kir û piştî lêkolînan daxuyaniyek da.

Bulent Tufenkcî diyar kir dibe ku deriyê sînorî Îbrahîm Xelî yê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê ku ji 14ê Berfanbarê ve girtî ye, ji bo çûnûhatinê vebe.

Tufenkcî amaje kir ku deriyê sînorî ji bo vekirina xendeq û danîna barîkatan hatibû girtin.

Wezîrê Bazirganî û Gumrikê yê Tirkiyê wiha got: “Di deriyê Xaburê de ji bo çûnûhatine ti pirsgirêk nebû, lê ji ber ewlehiyê hatibû girtin. Me îro li derî ligel hevalên biqimet lêkolîn kir. Heger ti pirs nemînin û pirsa ewlehiyê were çareserkirin emê hewl bidin derî ji bo çûnûhatine bê vekirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst