Pisporekî Sûrî: Hêzên Amerîkî dê li Sûriyê bimînin heta hikûmet bi neçarî mercên wan qebûl bike

02-09-2022
RÛDAW
Nîşan Sûriye Rojava Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Pisporekî Sûrî dibêje, hêzên Amerîkayê dê li bakur rojhilatê Sûriyê bimînin ji bo ku “hikûmeta Sûriye neçar bibe mercên Amerîkayê qebûl bike.”

Hikûmeta Sûriyê hêzên Amerîkayê ku niha li Rojavayê Kurdistanê û bakur rojhilatê Sûriyê bicih bûne, bi diziya genim û petrola wî welatî tohmetbar dike.

Li aliyeke din gerên serbazî yên Amerîkî li navçeyên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê û herwiha alîkarî û piştevaniya wan bo hêzên xwecihî û bi taybet Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo rûbirûbûna DAIŞê berdewam in.

Pisporekî Sûrî bi navê Muhened Werd dibêje, “Kontrolkirina embarên dexlûdan û zeviyên petrolê li Sûriyê ji aliyê Amerîkayê ve, tenê bo sepandina çareseriyeke dawî ya Amerîkî ye derbarê pirisgirêka Sûriye de. Amerîka dê di diziya petrol û genim de li bakurê rojhilatê berdewam be, heta hikûmeta Sûriye neçar bibe mercên Amerîkayê qebûl bike.”

Hikûmeta Sûriye dibêje, di meha Tebaxê de hêzên Amerîkî zêdeyî 700 barhilgirên dagirtî yên petrolê ji bakurê rojhilatê Sûriye dizîne û birine binekyên xwe yên li Iraqê, lewra krîzeke dijwar a sotemeniyê li welat çêbûye.

Muhened Werd diyar kir, “hebûna Amerîkayê li Sûriye bû sedema guhertinên bingehîn di rewşê de û destnîşan kir, Hevdem Amerîka çavkaniyên petrolê û zeviyên çandniyê jî li Sûriye kontrol kirine, ev yek bû sedema karesateke aborî ya nepêşbînîkirî. Zivistana bê dê ji ber kêmbûna sotemeniyê û bilindbûna nirxan zêde zehmet be.”

Li gor hikûmeta Sûriye, ji destpêka krîza wî welatî ve û heta niha, Sûriye di herdû sektorên petrol û gazê de zêdeyî 107 milyar dolar xisar dîtiye.

Sûriyê berî şerê navxwe yê li wî welatî, rojane nêzîkî 400 hezar bermîl petrol û 31 milyon metrekûp gaz berhem dianî ku rojane 237 hezar bermîlên petrolê û 4 milyon metrekûp gaz li Rojavayê Kurdisdtanê dihat berhemanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst