Çîçek: Tirkiye û DAIŞê rasterast têkilî hene!

03-09-2016
RÛDAW
Nîşan PDKS ENKS Nûrî Birîmo PYD Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Sûriye Operasyona Cerablus DAIŞ Cerablûs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di dîbeyteke taybet bi Operasyona Tirkiyê li Cerablusê û helwesta aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê de ku li televizyona Rûdawê hat weşandin, çavdêrê siyasî Dawûd Çîçek ragihand, ku Tirkiye û DAIŞê pêwendiyeke rasterast bi hev re hene û pîlana li Cerablusê bi agahadariya rêveberiya Şamê û Washingtonê li dijî Rojavayê Kurdistanê pêkhatiye.

 

Şeva înê 2ê Îlonê têkildarî operasyona Tirkiyê li Cerablusê û derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nav axa Sûriyê, televizyona Rûdawê dîbeytek li Kampa Barîke ya koçberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê saz kir.

 

Di vê dîbeytê de, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS), Nûrî Birîmo û çavdêrê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Dawûd Çîçek beşdar bûn.

 

Bername li nav Kampa Barîke û ji aliyê Dilbixwîn Dara ve hat pêşkêşkirin.

 

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Nûrî Birîmo derbarê helwesta Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li hember operasyona Tirkiyê li Cerablusê de ragihand, ku ENKSê di wextê xwe de helwesta xwe diyar kir û ENKS li gel wê yekê ye, ku pêwîste xelkê Sûriyê bi xwe arîşeyên xwe çareser bikin.

 

Nûrî Birîmo got, Sûriye êdî wek berê nemaye, sînorê Sûriyê nemane û Sûriye wek dewlet nemaye. Birîmo herwiha da xuyakirin, ku di salên destpêkê yên aloziyên Sûriyê de û di sala 2012an de Îran kete nav Sûriyê û destwerdan kir, herwiha Hizbullah Lubanê û DAIŞ û Cebhet El-Nusra hatin û piştre jî di sala 2015an de Rûsya kete nav Sûriyê.

 

Birîmo herwiha got, destwerdana Tirkiyê tê wateya perçekirina Sûriyê û wê yekê digihîne, ku Sûriye wek dewlet nemaye.

 

Di bersiva pirseke pêşkeşvanê Rûdawê Dilbixwîn Dara de, ku gelo ENKS parêzerê parastina axa Sûriyê ye yan li dijî perçekirina Sûriyê derdikeve, Birîmo ev bersiv da: “Na, em wê yekê naxwazin, helwesta me ne ev e. em wek ENKS federaliyê dixwazin.”

 

Birîmo di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir, ku ew ne wek hinek aliyan in, ku bi destwerdana hinek dewletan re bin û li dijî destwerdana hinek dewletên din re bin, lê wî navê wan aliyên mebest aşkere nekir.

 

Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê, herwiha tekez kir, ku helwesta wan wek PDKS û ENKSê ev e ku hemû aliyên derve ji Sûriyê derkevin û Sûrî bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin.

 

Di beşeke din a bernameyê de, siyasetmedar û çavdêrê siyasî Dawûd Çîçek li ser armanca Tirkiyê ji encamdana operasyona Cerablusê axivî.

 

Dawûd Çîçek got, operasyona Tirkiyê li Cerablusê bi hevrêziya Sûriyê, agahdariya Amerîka û rêkevtina navbera Rûsya û Tirkiyê pêk hat.

 

Dawûd Çîçek herwiha Tirkiye tohmetbar kir, ku pêwendiyek rasterast di navbera wê û DAIŞê de heye.

 

Çîçek wiha axivî: “Ez berovajiyê vî mêvanî (Nûrî Birîmo) di vê baweriyê de me, ku pêwendiyek rasterast di navbera Tirkiyê û DAIŞê de heye. Pîlana Cerablusê bi alîkariya rasterast a Tirkiye-DAIŞê bû, Amerîka jî agahdar bû û piştî rêkevtina Tirkiyê û Rûsya hat.”

 

Derbarê armanca Tirkiyê de jî Çîçek got: “Di destpêkê de Tirkiyê ragihand, ku aramnca wan ji Cerablusê heta Elraî ye, lê niha Tirkiye dibêje, pêwîste Minbicê jî teslîmî min bikin. Li wan deverên bi dehan gundên Kurdan jî hene û ji bo wan cihan xwîn hatiye rijandin.”

 

 

Çîçek rexne li ENKSê jî girt û got, ku niha ne dema xwepêşandanan e û pêwîst e ENKS karekî cidîtir bike û helwestek tundtir nîşan bide.

 

Di berdewamiya dîbeytê de, Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê Nûrî Birîmo bersiv da rexneyên Dawûd Çîçek û got, zêdetirî 50 girtiyên wan û ENKSê di zîndanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hene, ku çendîn kes ji wan serkirde ne.

 

Nûrî Birîmo rexne li PYDê girt û ragihand, PYD li Rojavayê Kurdistanê şirîkatiyê naxwaze, xelkê digire, rêya xwepêpêşandana digire, li Efrînê gundan dorpêç dike û xelkê bi zorê dibe Leşkeriya neçar.

 

Birîmo PYD bi berdeng girt û got: “Eger bi rastî xeterî li ser Rojavayê Kurdistanê heye, bila rê bidin û Pêşmergeyên Rojava derbasî Minbicê û Kobanî û cihên din bibin û xelkê me biparêzin.”

 

Li ser pirsyara ku PYD û TEV-DEM wan pêşmergeyan weke pêşmergeyên Rojava nabîne û dibêjin, ku ser bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Mesûd Barzanî ve ne, Birîmo da xuyakirin, ku ew gotin ne rast in û Pêşmergeyên Rojava girêdayî ENKSê ne û her dema ku rêkevtinek çêbibe, amade ne ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

 

Di berdewamiya dîbeyta Rûdawê li ser operasyona Cerblusê û helwesta aliyên Kurdî li hember wê operasyonê de, çavdêrê siyasî yê ji Rojavayê Kurdistanê Dawûd Çîçek anî ziman, ku Tirkiye dijatiya kurdên li Rojavayl Kurdistanê dike, lê belê ji bo ku li hemberî hemû Kurdan nesekine, dibêje ku ew li dijî PYD û YPGê ye.

 

Dawûd Çîçek tekez kir, ku Enqere naxwaze axa Rojavayê Kurdistanê yekparçe bibe û her du kantonên Kobanî û Efrînê bigihîjin hev.

 

Çîçek got, ku Tirkiye her wek çawan ku li Iraqê stauyeke kurdî qebûl nedikir, li Sûriyê jî heman helwestê dubare dike.

 

Çîçek jî da zanîn, ku rêveberiya Şamê agahdarî operasyona Tirkiyê li Cerablusê bû.

 

Ji aliyekê din ve Nûrî Birîmo behsa destnîşan kir, ku di şerê girtina Cerablusê de ne leşkerekî Tirkiyê hat kuştin, ne yê Artêşa Azad a Sûriyê û ne jî çekdarekî DAIŞê û tekez kir, ku hevrêziyek di navbera Tirkiyê û DAIŞê de hebû.

 

Nûrî Birîmo da zanîn, ku Şamê jî hevrêzî bi Enqerê re kiribû û destûr dabû Enqerê ku ew operasyon di nav axa wê de pêk were. Birîmo mênaka rêkevtina Edenê ya sala 1998an bi bîr xist, ku di navbera Tirkiyê û Sûriyê de hatibû îmzakirin û got, li gorî wê rêkevtinê bû ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin.

 

Birîmo daxwaza rêkevtin û yekgirtina hêz û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kir û got, ku eger Kurd yek bigirin, çi hêz nikarin li hember wan bisekinin.

 

Birîmo bang li PYDê kir û daxwaza derbasbûna 7000 Pêşmergeyên Rojava kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst