ROJHILAT - Hevjîn û dişa xwe kuşt û dawî li jiyana xwe anî

02-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Derreşar Îlam Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Derreşar ê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê kesekî piştî hevjîn û dişa xwe kuşt dawî li jiyana xwe anî.

Îro danê sibê li bajarê Derreşar ê parêzgeha Îlamê kesê bi navê F.S. ji ber pirsgirêkeke malbatî çû mala xezûrê xwe û hevjîna xwe ya bi navê Muhsîna ya 30 salî û dişa xwe ya bi navê Tîna ya 16 salî bi çekê kuşt û xesûya xwe jî bi giranî birîndar kir û di dawiyê de jî bi çeka xwe dawî li jiyana xwe anî.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin F.S. yê di sala 1987an de ji dayîk bûye, ji ber ku demeke dirêj bêkar mabû bi hevsera xwe re pirsgirêk derdiketin. Hevjîna F.S Muhsîna demeke ku çûbû mala bavê xwe.

Berdevkê Polîsên Derreşar Kerem Hesenî ragihand ku jina birîndar rakirine nexweşxaneyê û cenazeyên 3 kesan jî şandin morgê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst