Asayîşa Hewlêrê komeke metirsîdar binçav kir

02-07-2018
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Asayîş Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Hewlêrê komeke 3 kesî binçav kir, ku tevlî gelek bûyerên weke kuştin, revandin, dizî û şelandinê bûne.   

 

Rojên dawî yên meha Remezana borî hemwelatatiyê bi navê Semîr Ebdurehman ji aliyê çend kesan ve hate kuştin.

 

Derket holê ku hevalekî Semîr bang li wî kiriye û jê re gotiye “li ser jeneratorê pirgirêk di navbera min û çend kesan de deketiye” û jê xwestiye alîkariyê bide wî.  

 

Birayê mezin ê Semîr, Emîr Ebdurehman ji Rûdawê re got: “Dema hevalê wî alîkariyê dixwaze Semîr naxwaze here û dibêje ez bi rojî me, westiya me. Lê hevalê wî gelek bi rijd û pêdagir bû. Lewma ew jî çû.”

 

Bi gotina Emîr, dema Semîr diçe bizane ka mesele çiye, koma tawanbar wî digrin û daxwaza hezar û 500 dolaran jê dikin. Lê dema Semîr pare nade wan ew jî wî dikujin.

 

Emîr dibêje hevalê birayê wî ujî ketiye dafika vê komê ûplana kuştina wî jî di berê de amade kiribûn.

 

Emîr got: “Piştî kuştina birayê min, me zanî ku ew kes komeke mafyayî ne li Hewlêrê peyda bûne. Em bikujan nas dikin. Ji otomobîla xwe çek derxistine û birayê min kuştine. Karê van şelandina xelkê ye û dizî ye. Wê heftiya ku birayê min kuştin ji kesekî din jî 2 hezar dolar wergirtine.”

 

Li gor gotina Emîr ev kes berê jî li ser van tawanan hatine girtin lê di demeke kêm de ji hepsê deketine û dibêje: “Li gor zanyariyên me yek ji wan cezayê sêdaredanê li ser e lê ji zîndanê derketiye.”

 

Semîrê hatiye kuştin hêj 5 mehî bûye dayika xwe ji dest daye. Ebdurehmanê bavê wî ew mezin kiriye. Niha Ebdurehmanê bavê Semîr ji hikûmetê dixwaze bikuj bigihin cezayê xwe.  

 

Şeva 30ê Hezîrana 2018ê ji aliyê Asayîşa Hewlêrê 3 kesên ji vê komê hatine girtin.

 

Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand, ku kesên bi navê (M.E, M.A û G.M) destigîr kirine ku ew komek bûne li Hewlêrê çendîn tawanên kuştin, revandin, dizî û şelandinê kirine.

 

Tariq Nûrî herwiha da zanîn, ku endamekî din ê vê komê jî hêj nehatiye girtin û got: “Derbarê tometbaran de berê jî gilî hatine tomarkirin û dê li gorî Madeya 406 a Yasaya Ceza ya Iraqê werin cezakirin.”

 

Herwiha Emîr Ebdurehman jî xwest ku bikujên birayê wî bi cezayê herî giran werin cezakirin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst