Serokên baroyan ji ber îşkenceyê çûn Şemzînan

02-06-2018
RÛDAW
Nîşan Baro Amed Wan Colemêrg Şemzînan Îşkence Şivan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Her sê baroyên Amed, Colemêrg û Wanê ragihandin ku li şivanên li mezraya Binaharê ya gundê Nêrduşê ya Şemzînanê pezê xwe diçêrandin rastî îşkenceyê hatine.

 

Baroya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku serokê her sê baroyên Amed, Colemêrg û Wanê ligel çend endamên baroyan ji bo derbarê bûyerê de lêkolîn û çavderiyê bikin serdana gundê Nêrduşê yê ser bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve kirin.




Di daxuyaniya Baroya Amedê de wiha hat gotin: “Ji kesên rastî îşkencê, miameleya xirab hatine û ji şahidên bûyerê zanyariyên hûrgilî hatine wergirtin. Piştre li navçeya Şemzînanê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Serokê Baroya Wanê Murat Timur û Serokê Baroya Colemêrgê Zeydin Kaya derbarê encamên lêkolîna xwe û bûyerê de daxuyaniyeke hevbeş dan. Her sê serokên baroyan jî di daxuyaniyên xwe de diyar kirine ku tişta rû daye bi zelalî îşkence ye û bûyerên bi vî awayî van demên dawiyê li navçeya Şemzînan zêdetir bûne.”




Herwiha her sê serokên baroyên navborî diyar kirine ku divê demildest, ew kesên ku ew sûc kirine ji peywira xwe bêne dûrxistin û tekez kirine ku ew dê dosyaya lêpirsînê bişopînin.


Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku dê di demeke nêzîk de rapora were amadekirin ji raya giştî re bê eşkerekirin.


Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê şivanên bi navê Nasir Taş û Ramazan Aktaş roja pençşema 31ê Gualan 2018ê rastî îşkenceyê hatibûn. 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst