Geştên asmanî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê destpê dikin

02-05-2021
RÛDAW
Nîşan Îran Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî zêdetir ji salekê ku geştên asmanî yên navbera Herêma Kurditanê û Îranê bi sedema pandemiya koronayê hatibûn rawestandin, îro geştên asmanî yên navbera herdu aliyan destpê dikin.

Berpirsê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê, Tahîr Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “geştên asmanî yên navbera Silêmanî û Tehranê ji îro ve destpê dikin û îşev Yekşem demjimêr 23:00 firokeyeke Îranî li Firokexaneya Silêmaniyê datîne.”

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê, Ehmed Huşyar jî ji Rûdawê re got, “razîbûn li ser destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Tehranê hatiye dan û niha hatin û çûn asayî bûye.”

Derbarê geşt û hatina geştyaran de jî Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê got, “Li gor rênimayên komîteya bilind a rûbirûbûna koronayê dibe.”

Ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê ve geştên asmanî yên navbera Iraq û Îranê hatin rawestandin, paşê bo dema mehekê destpê kirin, lê demeke zêde derbas nebû ku ji ber zêde belavbûna corê guhertî yê koronayê, komîteya bilind a tendirustî û silametiya niştimanî ya Iraqê biryar rawestandina geştên asmanî yên di navbera Iraqê û 21 welatan de da.

Li gor wê biryarê, geştên di navbera Iraqê û Brîtanya, Nemsa, Belcîka, Danmark, Finlanda, Fransa, Gurcistan, Almanya, Yunan, Îrlenda, Loksemburg, Slovakiya, Spanya, Brazîl, Amerîka, Hindistan, Awustraliya, Japon, Afrîqaya Başûr, Zambiya û Îranê de hatin rawestandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst