Rûdaw dosyeya Ferhad Pîrbal dişopîne

02-05-2018
RÛDAW
Polîsê Hewlêrê: Ferhad Pîrbal di bin çavdêriya pizîşkî de ye
Polîsê Hewlêrê: Ferhad Pîrbal di bin çavdêriya pizîşkî de ye
Nîşan Ferhad Pîrbal Dosye Çavdêrî Dermankirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û mamosteyê zanîngehê Ferhad Pîrbal, bû mehek û 20 roj hatiye desteserkirin û di bin çavdêriya pizîşkî de ye. Birayê Ferhad Pîrbal dibêje ku “Ferhad nehatiye zindanîkirin, tenê hatiye desteserkirin, înşallah dê di demeke herî nêz de baş bibe”.

 

Ferhad Pîrbal piştî têkçûna rewşa derûnî û tendirustiya wî, li ser daxwaza malbata wî, bi mebesta dermankirinê li Hewlêrê hatiye desteserkirin.

 

Li şûna ku ji bo çareserkirinê bibin cihekî taybet, Ferhad Pîrbal li cihekî taybet ê girtîgehê yes. Berî niha jî ji aliyê berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve, ji bo dermankirinê ber bi Almanyayê hate şandin, lê bêyî temamkirina pêvajoya dermankirinê, Ferhad Pîrbal vegeriya Kurdistanê.

 

Birayê Ferhad Pîrbal, Ziyad Qesab li ser tendirustiya birayê xwe ji Rûdawê re ragihand: “Li cihekî taybet hatiye danîn, doktorên wî yê taybet hene û tê dermankirin. Înşallah ber bi başbûnê ve diçe.”

 

Ziyad Qesab dibêje ku “ew nehatiye zindanîkirin, tenê hatiye desteserkirin, Ferhad dê ji sedî sed baş bibe, eger giring nebûya, hikûmet nedihat û çareserî nedikir”.

 

Ferhad Pîrbal nêzîkî du meh in hatiye desteserkirin, rayedar eşkere dikin ku serederiyeke taybet li gel wî tê kirin, tiştên ku li derve pêwîstiya wî pê heye, li girtîgehê jî li ber destê wî ne. Tîmeke pizîşkî bi dermankirina wî mijûl in û di îhtîmala başnebûnê de jî dê li ser erkê hikûmetê ji bo dermankirinê ber bi derveyî welat were şandin.

 

Rêveberê Polîsê Hewlêrê Lîwa Ebdulxaliq Tel'et ji Rûdawê re ragihand: “Li gor raportên pizîşkî, niha du doktor çavdêriya derûnî û tendirustiya Ferhad dikin. Armanca me ew e ku em Ferhad vegerînin nav civakê.”

 

Tenê îsal li binkeyên polîs ên Hewlêrê, pênc gilî û gazind li ser Ferhad Pîrbal hatin tomarkirin. Ji wan dosyeyan du dosye ji dadgehê re hatine şandin. Parêzerên Ferhad Pîrbal dibêjin ku di dosyeyan de karhêsanî dikin, daku Pîrbal bi kefalet serbest berdin.

 

Parêzerê Ferhad Pîrbal, Govend Baban eşkere kir: “Madeya 229 û madeya 477 du dosyeyên din bi madeya 433, hemû ev made asayî ne û dikarin bi kefalet serbest berdin, ji du dosyeyan bi kefalet hatiye serbestberdan, tenê sê dosye mane, ji bo wan jî em ê daxwaz pêşkêşî dadger bikin, daku bi kefalet were berdan.”

 

Li gor zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, nivîskar û mamosteyê zanîngehê Ferhad Pîrbal, piştî ku kesekî nêzî wî razî bûye çavdêriya dermankirina wî were kirin, di demeke nêz de ji bo çareseriya pizîşkî careke din dê ber bi derveyî Kurdistanê were şandin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst