Bakirhan li ser Abdullah Zeydan daxuyanî da: Li ber xelkê Wanê kemînê datînin

02-04-2024
Nîşan Abdullah Zeydan Tuncer Bakirhan Dageh Biryar Daxuyanî Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser biryara dadgehê ya di heqê Abdullah Zeydan de daxuyaniyek belav kir.

31ê Adarê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hatin kirin.

Abdullah Zeydan bi rêjeya ji sedî 55,48an bû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û DEM Partiyê her 14 şaredariyên Wanê standin.

Abdullah Zeydan dema ku parlamenterê HDPyê bû, sala 2016an hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdetirî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.

Zeydan sala 2022yan hatibû berdanû  piştî ku ji girtîgehê derketibû bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber namzedbûna wî ti asteng nemabûn.

Derket holê ku Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê beriya hilbijartinan bi du rojan (29ê Adarê) îtirazî dadgehê kiriye û heman dadgehê jî ev biryara xwe betal kiriye.

Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin û eger heye mazbataya wî nayê dayîn.

Piştî ku ev yek derket holê dîsa nîqaşa “qeyûman” dest pê kir.

“Navê vê behiqûqî ye”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev biryar beriya ku mesaî biqede bi pênc xulekan hatiye wergirtin û got:

“Navê vê, behiqûqî û binpêkirina jiyana demokratîk e.”

“Kemîn tê danîn”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku Abdullah Zeydan li gorî hemû rêkarên yasayî bûye namzed û Lijneya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê namzediya wî qebûl kiriye û pê de çû:

“Di kesayeta Abdullah Zeydan de li ber gelê Wanê kemîne siyasî tê danîn.”

“Dê sibe îradeya bajarekî din jî neyê hesibandin”

Bakirhan da zanîn ku divê îradeya gel were parastin û pê de çû:

“Heke îro îradeya gelê Wanê neyê parastin dê sibe îradeya bajarekî din jî neyê hesibandin.

Divê her kes ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê îradeya gelê Wanê biparêze û li ber vê kemîn û kumpasa siyasî li kêleka îradeya gel be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst