Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Peyasê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê berê guleyek bi serê dergistiya xwe de teqand û piştre jî dawî li jiyana xwe anî.
Bûyer îro li ser rêya derdora bajêr a navçeya Peyasê ya Amedê çêbû.
Li gorî zanyariyan di navbera Veysî Çîçekê 25 salî û dergistiya wî Dîlan Kanaka 25 salî de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.
Piştî nîqaşê Çîçek bi çekê guleyek bi serê dergistiya xwe de teqand û ew birîndar kir. Piştre jî guleyek di serê xwe de teqand û bixwe jî bi giranî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û her du birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Veysî Çîçek tevî hewldanên bijîşkî jî canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku rewşa Dîlan Kanakê ne baş e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkan de ye.
Polîsan derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse