MELETÎ - Otobusa rêwiyan qelibî: Gelek mirî û birîndar hene

02-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Xwendekar Şevîman Protesto Meletî Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê di du qezayên trafîkê de herî kêm 4 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 30 kesî jî birîndar bûn.

Li navçeya Arxayê ya Meletiyê otobuseke rêwiyan ku ji Stenbolê diçû Meletiyê wergeriya.

Herwiha barhilgirekê ji paş ve li otobusa ku wergeriya bû qelibî.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di qezayê de herî kêm 4 kes mirin 36 kes jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên parêzgehê.

Di qezaya duyem de kesek mir û 5 kes jî birîndar bûn

Li aliyê din, li navçeya Çirmikê ya Meletiyê, doh bi şev li ser rêya sereke ya Semsûr-Meletiyê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de welatiyê bi navê Huseyîn Erdoganê 45 salî canê xwe ji dest da.

Herwiha 5 kesên din ên di her du otomobîlan de jî birîndar bûn û birînên 2 kesan ji wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên Meletiyê.

Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran ne giran e û di bin çavdêriya hûr de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst