Şaredariya Artukluyê tîpên Kurdî ji tabelayan rakir

03-01-2021
Nîşan Şaredariya Artukluyê Tabelayên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şaredariya Navçêya Artukluyê ya girêdayî Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji tabelayên navê gundan tîpên bi Kurdî rakirin. Mijar piştî ku li rastî nerazîbûna xelkê hat, Şaredariya Artukluyê ku di destê AK Partiyê de ye ragihand dê tabelayên serast bikin.

Şaredariya Navçêya Artukluyê ya girêdayî Mêrdînê tabelayên ku di 2014an de hem bi Kurdî hem jî bi Tirkî hatibûn nivîsandin, bi tabelayên nû ve guhert. Di tabelayên nû de tîpên Kurdî Q, W, X jê hatin derxistin, li cihê wan tîpan K, V, H hatin bi karanîn.

Li ser guhertina tîpên Kurdî Komîsyona Mafên Ziman ya Komeleya Însiyatîfa Mafan nerazîbûna xwe nîşan da û amaje bi wê kir ku navên bi tîpên Kurdî yên li ser tabelayên kevin hatibûn nivîsandin, li ser tabeleyên nû bi tîpên xelet hatine nivîsandin û ev jî dibe sedema xerabkirina wateya navan.

Komeleya Însiyatîfa Mafan dibêje ev kiryar civaka Kurd êşandiye û eger ev tabela bi şaşî hatibin nivîsandin dixwazin bên sererastikirin, lê eger ev şaşî neyên sererastkirin tê wateya cudakirina qesti û ew dê li hemberî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.

Herwiha Komeleya Însiyatîfa Mafan xwest nasnamê, ziman û nirxên gelên Mêrdinê li ber çavan bigrin û yekser ji vê şaşiyê vegerin û tabelayên bi zimanê resen bên daleqandin.

Li aliyên din Serokê Partiya DEVA yê Amedê Parêzer Cihan Ulsen jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûna xwe nîşan da û got “Gelek ziman wek ku tê nivîsandin nayê xwendin, bêguman zimanên ku çewa tên nivîsandin tên xwendin jî hene. Li Mêrdînê kesên ku di derbarê zimanê Kurdî de ev biryar dane, ew kesên ku nizanin vê cudahiyê. Gelo navê gundekî bi Kurdî Goethe ba, dê çewa binivîsandina, mirov miraq dike. Di Zazakî de biwêjek heye 'Her vilike bi kokê xo sero beno zergûn' wateya xwe Her giya li ser koka xwe mezin dibe. Her çiqas qebûlkirina we ji we re dijwar be jî, Kurdî qet ne pîneya Tirkê ye”

Endamê Encûmena HDP ya Şaredariya Artukluyê Mehmet Alî Amak jî got ku ew nizanin mebesta şaredariyên ji derxistina tîpên Kurdî çi ye û got: “Em hêvî dikin ev kêmasiya ku tabelayan çêkiriye be. Eger ji navê gundan tîpên Kurdî bi zanabûn hatibin derxistin, ji xeynî dijminatiya Kurdî tiştek din nîne.”

Piştî ku mijar li ser medyaya civakî rastî nerazîbûna xelkê hat Şaredariya Artukluyê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku dê bi hevkariya mamosteyên Beşa Edebiyat û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê serastkirinên pêwîst bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst