ROJAVA - Dengdan bi dawî hat

01-12-2017
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Dengdan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Proseya dengdanê di hilbijartinên encumenên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de bi fermî bi dawî hat.

 

Piştî ku Komîsyona Bilinda Hilbijartinan a Rêvebriya Xweser dema dengdanê di hilbijartinên encumenên xwecihî de bo dema 2 demjimêran dirêj kir, demjimêr 23:00ê li gorî dema Qamişlo û demjimr 22:00 li gorî dema Hewlêrê proseya dengdanê bi dawî hat.

 

Dengdan di hilbijartinên li Rojavayê Kurdistanê de ji demjimêr 08:00ê serê sibehiya îro Înê 1ê Berfanbarê ve hatibû destpêkirin.

 

Biryar e di demeke nêzîk de proseya cudakirin û hejmartina dengan dest pê bike.

 

Ji bo hilbijartinan 5 hezar û 720 kesan bûne berbijêr. Li herêma Cizîrê 3 hezar û 48 kes, li Herêma Feratê Hezar û 170 kes û li Efrînê jî  hezar û 502 kes namzet in.

 

Ji bo dengdanê jî hezar û 285 bingeh hatine destnîşankirin. Herwiha, 10 hezar û 280 çawdêr jî dê serperşitiya navendên dengdanê bikin.

 

Şandeke parlamentoya Kurdistanê û şandek ji Bakûrê Kurdistanê ji bo çavdêrîkirina birêveçûna hilbijartinan li Rojavayê Kurdistanê ne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst