Serokê Partiya Paşerojê yê Êlihê: Divê Kurd bi yek zimanî bêjin; Kurdistan

01-11-2020
RÛDAW
Nîşan Serokê Partiya Paşerojê li Êlihê Abdulbakî Polat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Paşerojê li Enqerê kongreya xwe ya giştî saz dike û beşdariyeke zêde ya Kurdan jî di kongreyê de heye. Serokê Partiya Paşerojê yê Êlihê jî dibêje, “Îro Serok Mesûd Barzanî çi be Abdullah Ocalan jî ji bo Kurdan ew e. Divê Kurd dev ji şaşiyên xwe berdin û li her cihekî bi yek zimanî bêjin; Kurdistan.”

Partiya Paşeroj a bi serokatiya Ahmet Davutoglu li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê karûbarên xwe yên rêxistinî pêk anîn û piştî amadekariyan, îro li Enqerê kongreya xwe ya giştî encam dide.

Serokê Partiya Paşerojê yê Êlihê Abdulbakî Polat li ser kongreyê û herwiha siyaseta partiya xwe derbarê Kurdan de ji Rûdawê re axivî.

Polat amaje bi şerê li nav hejmareke bajarên Kurdan kir di sala 2015an de û dibêje, eger Ahmet Davutoglu neba “dê bi tank, top û firokeyan li hemû bajarên Kurdan xistiban. Cihê Davutoglu lê be zilm dê lê nebe.”

Abdulbaqî Polat herwiha li ser bûyerên wê heyamê dibêje “eger pêwîst bike Ahmet Davutoglu dê ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.”

Derbarê plan û bernameya partiya xwe li ser Kurdî û Kurdistanê di demekê de zext û fişarên li ser Kurdî û Kurdan roj li pey rojê zêde dibin, Polat dibêje, “Partiya Paşerojê zimanê zikmakî xistiye rêziknameya xwe, em dibêjin gelê Tirkiyê û mafê Tirk, Ecem çi be, divê mafê Kurdan jî ew be.”

Polat amaje bi gotinên Vahdettîn Înce yên ji bo çareserkirina pirsa Kurd kir û got, “ez di hemû kongreyan de bi Kurdî diaxivim, ev têrî nake, lê em dixwazim bi zimanê Kurdî biaixivin û pirsgirêkên xwe bi zimanê xwe bînin ziman.”

Li ser peywendiyên partiya xwe li gel Kurdên li derveyî Bakurê Kurdistanê, Polat diyar dike, “Ji bo me li Bakur,  Başûr an li ti dereke cîhanê em dibêjin bila Kurd be, însan be, divê bi destbirakî em jî wek hemû gelan li xwe xwedî derkevin.”

Serokê Partiya Paşerojê li Êlihê tekez dike, gelek asayî ye di nav Kurdan de jî boçûnên ciyawaz hebin û dibêje, “Îro Serok Mesûd Barzanî çi be Abdullah Ocalan jî ji bo Kurdan ew e. Gelê Kurd deng bide kê em rêz û hurmetê jê re digirin. Lewma divê Kurd dev ji şaşiyên xwe berdin û li her cihekî bi yek zimanî bêjin; Kurdistan.”

 

 

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî derbarê kongreya Partiya Paşerojê de tekez kir ku beşdariyeke zêde ya delegasyona Kurdan di kongreyê de heye û li bendê ne ka Ahmet Davutoglu dê bi giştî bo rewşa Kurdan çi bêje!

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst