Li Mêrdîn û Colemêrgê qedexe hatin dirêjkirin

01-09-2022
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Colemêrg Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu parêzgerên Mêrdîn û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê bi sedema “emnî” her cûr çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniyên parêzgariyên Mêrdîn û Colemêrgê bo dema 15 rojan hemû çalakî, meş û kombûn bi sedema “parastina aramiya bajêr” hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Mêrdînê daye, ji 1ê Îlonê heta 15ê Îlona 2022yan, hemû çalakiyên weke xwepêşandan, meş, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan, vedana çadiran hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.

Her li gor daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê ku armanc ji vê biryara qedexekirina çalakiyan, “parastina aramiya civakê û rêgirîkirina encamdana tawanan” e.

Parêzgariya Colemêrgê jî di daxuyaniya xwe de diyar kiriye li cihê weke park û li ser cadeyan hemû çalakiyên weke mitîng, xwepêşandan, meş, çalakiya rûniştinê, kampanyayên îmzeyê, firandina balonan, bikaranîna drnan, konser, şano, daxuyaniya rojnamevaniyê, kombûn, greva birçîbûne, belavkirina belavokan, vedana çadiran û merasîmên bîranînê bo heyama 15 rojan hatine qedexekirin û tenê rê dê bi "çalakiyên fermî" bê dayîn.

Qedexeya li Colemêrgê jî 1ê Îlonê destpê dike û heta 15ê Îlona 2022yan berdewam dibe.

Qedexekirina encamdana çalakiyan li Colemêrg û Mêrdînê di demekê de ye ku ev çend sal in li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên emnî qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan berdewam tê dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst