DAIŞê êriş kir; Ti kes bi dest nexist, 25 çêl û 7 pez û bizin kuştin

01-09-2021
RÛDAW
Çekdarên DAIŞê roja 31ê Tebaxa 2021an êrişî gundekî ser bi bajarokê Reşad li başûrê rojavayê Kerkûkê kirin.
Çekdarên DAIŞê roja 31ê Tebaxa 2021an êrişî gundekî ser bi bajarokê Reşad li başûrê rojavayê Kerkûkê kirin.
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Hejmarek çekdarên DAIŞê êrişî gundekî başûrê rojavayê Kerkûkê û di wê êrişê de 2 çêl û 7 mih û bizin kuştin. Çekdarên DAIŞê herwiha agir berdane 3 otomobîlan û traktoran û 2 mal jî hatine şewitandin.

Êriş roja Sêşemê 31ê Tebaxa 2021 û li gundê Dogişman li sînorê bajarokê Reşad hatiye kirin. Niştecihekî gundê Dogişman ê bi navê Husên Zêdan dibêje, di wê êrişa DAIŞê de zirareke mezin gihîştiye wî her tiştê xwe ji dest daye.

Husên Zêdan ku beriya du salan di dema rûbirûbûna DAIŞê  de li heman gundî bavê xwe ji dest daye, ji Rûdawê re dibêje, ew xwediyê bi dehan ajelan bû, lê di demeke kurt de hemû heyî ya xwe ji dest daye. Ew welatiyê sivîl dibêje: “Ziyanên me bi pere nayê hesabkirin, çekdar ji bo kuştina xelkê gund hatibûn, lê piştî ku rûbirûyê wan nebûn, ev karest çê kirin.”

Zêdan diyar kir: “Çekdar hatin nav gund, em di malên xwe de asê bûn, bi ti awayekî me derî venekirin, ew li derdora mala me dihatin û diçûn, dixwestin em derkevin lê em derneketin. Hêrsa dilê xwe bi mal û otomobîl û traktor, pez û çêlan asûde kirin, bi Xwedê zirareke zêde ye, em daxwaz dikin ewlehiya me bê parastin, gelek pêwîst e.”

Çekdaran bi çekên RPG hewl dane çend avahî û amalan birûxînin, ji bilî wê yekê, bi dehan pez û ajel, 3 otomobîl û 2 traktorên gundiyan şewitandine.

Xelkê gund dibêjin, piştî wê êrişa DAIŞê ew ji jiyana xwe ditirsin û hizir li çaresereke din dikin eger ku ewlehiya wan neyê naparastin.

Xettab Mistefa, akinciyekî din ê hemna gundî dibêje: “Bi Xwedê em ewlehî û seqamgîriyê dixwazin, me daxwaz ji hêzên emnî kiriye ku ewlehiya gund biparêzin, eger ew bûyerana hebin, dê gund vala bibe.”

Mihemed Salih, welatiyekî din û niştecihekê heman gundî diyar dike, “divê bi şev kamêraya şevan bê dançn, eger ew hebin, ew nayên. Pêwîstiya me bi çekan heye bo xelkê, herwiha divê xalên kontrolê yên hêzan bên zêdekirin.”

Xaleke serbazî ya hêzên artêşa Iraqê nêzîkî gundê Dogişmanê ye, piştî bûyera êrişa DAIŞê, hêzên ewlehiyê çûne hewara xelkê gund, lê dema ku gihîştine cih, her tişt temam bibû û çekdarên DAIŞê jig und derketibûn.

DAIŞê derbarê wê êrişê de roja 31ê Tebaxê (doh) daxuyaniyek li ser Telegramê belav kiriye û berpirsyariya êrişê qebûl kiriye û diyar kiriye, wan êrişî Heşa Eşîran kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst