Asayîşa Hewlêrê desteserkirina endamekî DAIŞê ku serê kesekê jê kiribû ragihand

01-09-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Hewlêrê desteserkirina endamekî DAIŞê ragihand ku bi serjêkirina kesekî li kampa Dîbeg a Hewlêrê tê tometbarkirin.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.  Di daxuyaniyê de tê gotin ku îro li kampa koçberan a li bajarokê Dîbegê bûyereke kuştinê rû daye û hatiye gotin, “Rûniştvanekî wê kampê yê bi navê Yûsif Amir Mihemed ku xelkê derdora navçeya Şergatê bû, bimawayekî serjêkirî hatiye dîtin.”

Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin ku di encama lêkolînan de yek ji tohmetbarên wê bûyerê yê bi navê Ehmed Xelîfe Ehmed Meter Koxan ku temenê wî 15 sal in û rûniştvanê wê kampê ye, hatiye desteserkirin.

Asayîşa Hewlêrê dibêje, “Tawanbar li xwe mikûr hatiye ku ser bi terorîstên DAIŞê ve ye û herwiha li xwe mikûer hatiye ku li gel 4 terorîstên din ev bûyer bi fermana DAIŞê encam dane.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst