Li Amedê 15 sazî û dezgehên sivîl bi piştgiriya HDPê mitînga aştiyê saz kirin

02-09-2018
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan 1ê Îlonêm HDP Amed Mitîng
A+ A-

 Amed (Rûdaw) - Îro 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Li Amedê 15 sazî û dezgehên sivîl bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) mitînga aştiyê li dar xist.

 

Di mitîngê de bang li hikûmeta Tirkiyeyê  hate kirin ku ji bo aştiyeke mayînde pêvajoyeke nû ya çareseriyê bide destpêkirin. HDPiyan xwest hikûmet weke Newroza sala 2013an pêvajoyeke lihevhatinê bide ber xwe û tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî di zûtirîn demê de rake.


HDPê, bi 15 sazî û dezgehên sivîl û sendîkayên kedkaran ên 4 konfederasyonan, bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, li Amedê Mitînga Aştiyê lidarxist.


Di mitîngê de careke din bang li hikûmeta Tirkiyeyê hate kirin ku vegere pêvajoya aştî û çareseriyê ya Newroza 2013an û polîtîkayeke aştiyane bi rê ve bibe.


Derbarê vê yekê de Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî ji Rûdawê re wiha axivî: “Em bang li hikûmetê dikin ku kêliyek berî kêliyek dev ji polîtîkaya xwe ya şer berde. Riya aştiyê di rakirina tecrîdê de derbas dibe. Riya vê yekê li derve û hundir, aştiya bi kurdan re derbas dibe. Ji ber vê yekê em dixwazin 1'ê îlonê bibe wesîleya vê yekê. Divê desthilatdarî êdî dev ji siyaseta şer berde û polîtîkaya rawestandina şer bide ber xwe. Bangewaziya me ev e.”


Qedexekirina çalakiyên dayikên şemî û aştiyê ku li zarokên xwe yên bê ser û şûn hatine kirin jî mijara sereke ya mitîngê bû. Dayikên Aştiyê bi laçikên xwe yên spî ku sembola aştiyê ne derketin ser dikê û banga rawestandina şer kirin.


Yek ji “dayîkên aştiyê” jî got: “Em aştiyê dixwazin, em wekheviyê dixwazin. Em naxwazin ne esker bên kuştin, ne polîs bên kuştin, ne gerîla bên kuştin, ne sivîl bên kuştin. Em naxwazin, em naxwazin.


Kesên ku beşdarî mitîngê jî bûn, diyar kirin ku şer û pevçûn ji xeynî xwînrijandinê bi kêrî tiştekî nayê û xwestin di zûtirîn demê de rijandina xwînê bê rawestandin.


Beşdariyeke mitîngê jî anî ziman: “Vê zilmê vê îşkenceyê, vê tecrîdê em êdî naxwazin. Êdî bes e, êdî bes e, êdî bes e.”


Jineke din jî got: “Em aştî û aramiyê dixwazin.Bila ev xwîn bisekine.”


Kesekî din jî got: “Em zimanê xwe dixwazin, em nasnameya xwe dixwazin, em heqê xwe dixwazin. Bila kuştin û mirin tunebe.


Di mitîngê de Koma Agirê Jiyan jî derkete ser dikê û konserek da. Hunermendan jî hemû stranên xwe li ser aştiyê gotin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst