Li Elbaka Wanê ji ber lehiyê 6 xanî herifîn

01-08-2021
RÛDAW
Nîşan Lehî Wan Elbak Bakurê Kurdistanê Kader Yurtsever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya Wana Bakurê Kurdistanê lehî rabû û di encam de 6 xanî herifîn û zerar gehişte 30 malên din. Herwiha keça bi navê Kader Yurtseven jî bi ber lehiyê ket û ji aliyê xizmên xwe ve hat rizgarkirin.

Li gundê Xaşkan ku niha wek tax tê binavkirin û 60 kîlometre dûrî navçeya Elbakê ye doh 31ê Temûza 2021ê baraneke zêde bariya û lehî rabû. Di encam de 6 xanî herifîn û zerar gehişte 30 malên din.

Dema li taxê lehî rabû Kader Yurtseven jî ber lehiyê ket û ji aliyê xizmên xwe ve hat rizgarkirin. Dîmenê dema rizgarkirina Kaderê, bi telofona mobîl ji aliyê welatiyan ve hat girtin. Kader Yurtsever dibêje, dema ajelên xwe kom dikirin ketiye ber lehiyê.

Kader Yurtsever got; “Min demeke gelekî zehmet derbas kir. Hemû tiştên me çûn. Bavê min jî di girtîgehê de ye, ne li vê derê ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst