Sîrwan Barzanî: Li Qereçoxê 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

01-07-2018
RÛDAW
Nîşan Pêşmerge Sîrwan Barzanî Çiyayê Qereçox Mexmûr DAIŞ Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê Mêhwera Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge, Sîrwan Barzanî ragihand, îro yekşemî piştî nîvro li Çiyayê Qereçox ku dikeve sînorê Mexmûrê, 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

Sîrwan Barzanî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, îro piştî nîvro firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî Çiyayê Qereçox bombebaran kirin.

 

Bi gotina Sîrwan Barzanî, di encama bombebaranê de 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Doh Şemiyê 30ê Hezîrana 2018 jî hêzên pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek hevbeş li dijî DAIŞê li Çiyayê Qereçoxê lidar xistibûn.

 

Di encama wê operasyona hevbeş a hêzên pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî de, 3 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

 

Li gorî rayedarên pêşmerge, di nava kuştiyan de, Berpirsê Darayî û Locesîk a DAIŞê, Amir ku bi Ebû Obeyde naskirî ye, hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst