Mesrûr Barzanî 49 saliya YNKyê pîroz kir

01-06-2024
Nîşan Mesrûr Barzanî YNK Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo 49 saliya salvegera damezirandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) peyamek belav kir.

49 sal bi ser damezirandina YNKyê re derbas bûn.

Mesrû Barzanî di peyama xwe de amaje bi dîroka YNKyê kir û got:

“Pîrozbahiya salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li we, endam û alîgirên we dikim.

YNK xwediyê dîrokeke berçav e û di gelek qonaxên cuda yên dîroka gelê me de roleke wê ya berçav û bi bandor hebûye.

Di vê rojê de em damezrînerê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rehmetî birêz Mam Celal bi bîr tînin.

Hêvîdar im di xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên rewa û parastina destkeftên gelê me de û herwiha di piştgirî dayîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewan bin û her serkeftî bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst