HSD: Me Girê Sipî mûşekbaran nekiriye

01-06-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Girê Spî Ferhad Şamî Mûşekbaran Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê îro hat mûşekbaran kirin. Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov ragihand di wan êrîşan de 4 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne. Li ser vê yekê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de ragihand ku ti têkiliya hêzên wan bi êrişa mûşekan a li dijî bajarê Girê Spî nîne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat ragihandin “Tê îdiakirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Girê Sipî topbaran kirine, em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk wê yekê piştrsat dikin ku me di demjimêrên borî de ti êrîşek li ser navçeyê nekiriye.”

Berdevkê HSDê Ferhad Şamî li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav da û tê de dibêje “Medyayên girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nûçeyên derew belav kirin û îdia kirin ku hêzên me bajarê Girê Spî yê dagirkirî bi mûşekan hedef girtine.

Em piştrast dikin ku hêzên me di demjimêrên borî de li herêma navborî ti operasyon li dar nexistine. Çavkaniyên xwcihî destnîşan kirin ku navenda bajêr ji aliyê droneke nenas ve hatiye bombebarankirin.”

Li gorî şahidhalan û Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov  be rêvara roja 1ê Hezîranê di encama mûşekbaranekê de bo ser bajarokê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê 4 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst