Omer Ocalan: Em bûyera malbata Şenyaşar nadin jibîrkirin

01-04-2022
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan HDP Malbata Şenyaşar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan, li Parlamentoya Tirkiyê derbarê malbata Şenyaşar de axivî û got, “Em vê bûyerê nadin jibîrkirin. Kesê li beramber neheqiyê bêdeng bimîne şeytanê bêdeng e.”

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li Parlamentoya Tirkiyê derbarê malbata Şenyaşara de axivî ku 3 endamên wê malbatê di 14ê Hezîrana 2018ê di êrîşeke çekdarî ya zêrevanên Parlamenterê AKPê yê Rihayê de hatibûn kuştin û piştî bûyerê jî kurekê wê malbatê hatibû girtin.

Ocalan balkişand ser rewşa Emîne Şenyaşar ku ji 9ê Adara 2021ê ve li ber deriyê Dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê daye destpêkirin û daxwaz dike ku kurê wê yê ku ev 4 sal in girtiye bê berdan.

Omer Ocalan tekez kir ku ew dê li ser piştevaniya xwe ya bo malbata Şenyaşar berdewam bin û got, “Kesê li beramber neheqiyê bêdeng bimîne şeytanê bê zimane. Em vê meseleyê nadin ji bîr kirin.”

Parlementerê HDPê bibîr xist, zêrevanên parlamenterê AKPê li dikana malbata Şenyaşar êrîşî wan kirine û piştre li Newxeşxaneyê ew kuştine û got, “Piştî êrîşê yek ji endamên malbata Şenyaşar Fadil Şenyaşar ku di bûyerê de bi giranî birîndar bûbû jî hatiye girtin û ev 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di joreke 1 kesê de tê ragirtin.”

Beşek ji axaftina Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan:

“Ferît Şenyaşar û Emîne Şanyaşar ev zêdeyî salekê, 388 roj in li ber deriyê Dadgeha Rihayê rûniştine. Wê demê çi çêbû? Serokkomar derket û hewilda peywendiya bûyerê bi PKKê ve çêbike. Piştre çi çêbû 6-7 meh berî niha, 4 sal derbasbûne, parlamenterê AKPê Faki Baba got peywendiya vê bûyerê bi PKKê ve nîne û wijdana min ji ber vê bûyerê diêşê. Yek ji endamên hikûmetê ev yek got. bûyer di meha Remezanê de pêkhat. Ev malbat bi rojî bûn û li ser karûbarê xwe bûn.”

Roja 14ê Hezîrana sala 2018an Haci Esvet Şenyaşar û herdû kurên wî Adil û Celal Şenyaşar ji aliyê malbat û zêrevanên parlamenterê AKPê ve hatibûn kuştin û ji wê rojê ve Emîne Şenyaşar li pey dadperweriyê digere û ji 9ê Adara 2021ê ve jî bi vê armancê li ber dadgeha Rihayê çalakiya rûniştinê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst