PWKyê li Mêrdînê Mele Mistefa Barzanî bi bîr anî

01-03-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Cihê bibîranî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Cihê bibîranî / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mele Mistefa Barzanî PWK Mêrdîn
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Mele Mistefa Barzanî di 46 saliya koça xwe de li Qosera Mêrdînê bi merasimeke berfireh ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ve hat bibîranîn.

Di bîranînê de helbest hatin xwendin û li ser jiyana wî axaftin hatin kirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê nemir Mele Mistefa Barzanî di 46 saliya koça xwe de hat bibîranîn.

Bernameya bîranînê ji aliyê PWKyê ve hate lidarxistin.

Serokê PWKyê Mêrdînê got, “Mele Mistefa Barzanî hêjahiyekî gelê kurd e. Serokekî gelê Kurd e.

Bi salan wî, malbata xwe, birayê xwe, bavê xwe, di ber gelê Kurd de ked dan, keda azadiyê dan.

Me jî li Qoserê di 46emîn salvegera wefata wî de xwest wî bi bîr binin.”

Kesên ku tevlî bernameya bîranînê bûn, bi bîr xist ku di hişyarkirina neteweya Kurd de rola rêbaza Barzanî gelek bûye û wî wekî serokek neteweyî mora xwe li dîroka Kurdistanê daye.

“Rêberê me ye”

Nişteciha Qoserê Gulîzarê got, “Bapîrê me, kale me tev jê hez dikirin. Em jî hez jê dikin.

Qedrê wî li ba me zaf e. Em jî hez jê dikin. Serokê me teva ye. Rêberê me teva ye.”

“Me Kurdayetiya xwe bi Mele Mistefa Barzanî nas kir”

Niştecihê Qoserê Nurî Kiliç jî got:

“Barzanî bavê neteweya Kurd e. Bavê min şagirtê wî ye. Me Kurdayetiya xwe bi Mele Mistefa Barzanî nas kir.”

Keseke bi navê Emîneyê jî got, “Em zaf jê hez dikin. Serokê me ye. Rihma xwedê lê be, xwedê cihê wî bike cinet înşela.  Em ji bo wî li vê derê ne.”

Kesekî bi navê Îzedîn Okan jî wiha got, “Qehremanê esra 20an e. Îro eger Kurd li cîhanê bên qebûlkirin, nasnameyeke me hebe, bi saya wî da ye. Em wî bi giramî bi bîr tînin.”

Nişteciha Qoserê Selma Ozalpê got, “Kêfa min zêde zêde jê re tê. Ji Qazî Mihemed re, Mele Mistefa Barzanî re. Em jê hez dikin.”

Mele Mistefa Barzanî 1ê Adara 1979an jiyana xwe ji dest da. Lê nav û dengê wî û rêbaza ku wî daniye hîn jî li çar aliyê welat zindî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst